ÎZMÎR - Malbata Alî Baba Gokalp ê ku beriya du salan li Manîsayê tevî Zulfu Yildiz di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo danişîna ku dê di 15'ê Nîsanê de bê lidarxistin banga piştgiriyê kir.
Li Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Manîsayê, di 2'yê Sibata 2024'an de li Kargeha Mitsubishi Yenî Isi Pompayê, Alî Baba Gokalp û Zulfu Yildiz ji ber şewata materyalê îzolasyonê dihatin bikaranîn di nav agir de man. Yildiz û Gokalp dema ku hewl dan birevin, kefên helandî bi ser wan de rijiya û jiyana xwe ji dest dan.
Doza ku malbatan têkildarî cînayeta kar vekirine, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê berdewam dike. Danişîna 4'emîn a dozê, dê di 15'ê Nîsanê de bê lidarxistin.
'TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ NEGIRTIBÛN'
Alî Riza Gokalp ê ku roja bûyerê tevî birayê xwe Alî Baba Gokalp dixebitî, wiha anî ziman: "Beriya 15 rojan du TIR strafor anîn û li wir danîn. Anîbûn cihê xebatê. Tu tevdîr nehatibûn negirtibûn. Tu agahdarî nedan karkeran. Ewlehiya qada kar nebû, bi serê xwe hiştibûn. Her roj tevî patron dihat li wê qadê digeriyan. Ji şefê şantiyeyê bigire heta pisporên ewlehiya kar, her kesî dizanibû ku divê ew materyal li wê derê nebe. Ji bo ku neynin qada depokirinê û ji wir dîsa wesayîtan negirin û bi karkeran nedin barkirin, anîn li wir kom kirin. Niha em têkoşîneke hiqûqî didin. Em diçin dadgehê, parêzerên kardêr tiliya xwe li me dihejînin û dibêjin 'hûn kî ne?'. Bila mirovên din nemirin."
'EM LI BENDA PIŞTGIRIYA HER KESÎ NE'
Hevjîna Alî Baba Gokalp, Nûriye Gokalp jî wiha axivî: "Ez ji vê re nabêjim 'qezaya kar'. Ev cînayetek bû. Piştî ku min hevjînê xwe winda kir, jiyana me gelekî zehmet bû. Em gelek tişt jiyîn. Di vê pêvajoyê de xusiya min krîza dil derbas kir. Piştî kurê xwe nekarî li ber xwe bide. Biraziyê min ê 12 salî dernakeve derve. Derûniya têk çû. Kurê min zanîngeh nîvco hişt. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê ez mecbûr im bixebitim. Ji ber ku jiyan bi her awayî berdewam dike. Du sal in em têkoşîna hiqûqî didin. Hîn jî berdewam dike û dê bike jî. Ez li vir bang li her kesî dikim; 15'ê Nîsanê li Dadgeha Manîsayê danişîna me heye. Ez li benda piştgiriya her kesî me."
MA / İbrahim Açikyer