Dema berhevkirina şebeşên Amedê dest pê kir

Parve bike:

AMED -  Dema çinîna şebeşên Amedê ku bi mezinbûn û çêja xwe navdar e dest pê kir. Her wiha ji ber erzanbûna fiyetên şebeşan û zêdebûna lêçûnan, hilberîner zehmetiyê dikişînin. 

 
Şebeşên Amedê hem çêja xwe hem jî bi mezinahiya xwe balê dikişînin. Şebeşê Amedê ku li dor 20-30 kîloyî ne, bi saya rêbazên çandiniyê yên kevneşopî hîn bêtir mezin çêdibin. Şebeşê Amedê ku li seranserê bi nav û deng e, heya 75 kîloyan jî giran dibû. 
 
Bostanên şebeşan ên ku me bi droneyê ji hewayê ve dîmenên wan girt, berekata deştê didin der. Lê hilberîner diyar dikin ku li gort par, îsal ji ber zêdebûna lêçûnan û fiyetan bi zorê heqê keda wan bi dest wan dikeve. Li nav erd fiyetê şebeş 6*8 lîre ye, lê li ser dexxgehan 30 TL ye. 
 
 
Haşîm Oztek ê ku bostanê wî heye, bilêv kir ku 16 sal in ji aliyê Edenê tê li herêma Qerejdaxê çandiniyê dike. Oztek da zanîn ku ew îsal ji qalîteya şebeşan razî ne û got ku lê şert û mercên aborî barê wan giran dike. 
 
 
Oztek bilêv kir ku li Amedê ji bo berên baş, rê û rêbazên avdanê yên rast û kedeke mezin divê. 
 
Oztek destnîşan kir ku şebeşên Amedê bi çêja xwe berbiçav in û got: "Şebeşê herê baş ê herêmê yê Amedê ye. Bi çêja xwe di ser yê Edeneyê re ye. Ji bo berên baş gubre û lênihêrîn divê. Lê ger lêçûn wiha zêde bibin dê hilberînerî pir zehmet bibe." 
 
Dikandar Mehmet Yilmaz ê ji Panos a Agiriyê hat Amedê, anî ziman ku nêzî 15 sal in her sal ji bo şebeşê Amedê tê bajêr û bal kişand ser çêja şebeşê Amedê.