Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket 2024-04-15 14:14:20 STENBOL - Pirtûka Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê ku akorên gîtarê û gotinên stranên kurdî yên di 13 salên dawî de hatine weşandin di nav de ne derket.    Pirtûka “Repertuwara Stranên Kurdî bo Akorên Gîtarê” yên 13 salên dawîn ku gotinên stranan û qalibên rîtmên wan dihundirîne derket. Koma vê xebatê ku danasîna vê pirtûkê kir, da xuyakirin ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz daye têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê. Di pirtûka ku akorên 112 stranên kurdî di nav de, bêyî ku li asta navdarîya stranbêj û koman were nêrîn, stranên wan ên ku li muzîka kurdî hatine zêdekirin cih digirin. Koma ku pirtûk amade kir jî ji muzîkjenan pêk tê, wan da xuyakirin wan pirtûk bi armanca lêdana gîtar, ûkûlele û pîyanoyê amade kiriye. Di naveroka pirtûkê de nîşandana akoran, lêdana rîtman û lînkên QR’ê yên vîdeoyên ku lêdana rîtman nîşan didin cih digirin.   Pirtûka ku ji alîyê Weşanên Ceylanê ve hat çapkirin, di serî de ceylankitap.com û gelek malperan dikare bê sîparîşkirin.    Koma Helezonik Kreşendoyê (Helezonikkresendo.com) di pêşgotina pirtûkê de bîr û bawerîya xwe bi vî rengî destnîşan kirin: “Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê “Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê” amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn. Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDF’ya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû: “Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgarîya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.   Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin. Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutîya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe; mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîne girîng pêk tînin. Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin. Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.   Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên dawîn de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên weke ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin. Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên kurdî yên 10 salên dawîn hatine bijartin. Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin. Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşnîyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.   Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me dîyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me vîdeoyeke nimûne jî kişand. Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QR ê bi cih kir.  Helbet dibe ku kêmasî û şaşî hebin. Ger ku hûn ji me re ragihînin, hûn ê hêzê bidin vê xebatê. Hûn dikarin ji vê navnîşanê ji me re binivîsin: helezonikkresendo@gmail.com   Pirtûk bi tu armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye. Her wiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirî, tomar kirî û sererast kirî jî lê zêde bikin, em ê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e.  Li ser vê bîr û bawerîyê jî ev pirtûk piştî ku hat belavkirin û di demeke kin de wê ji ser malpera helezonikkresendo.com ê bi awayekî bêheq wek PDF bikare bê daxistin. Ji ber ku ken, heke miletek bikene, ken e!”   Di pirtûkê de akorên stranên li jêr cih digirin:   AGÎT IŞIK – ÇÎROKA WÊ BAYÊ AGÎT IŞIK – BER DERÊ KÎ Û KÎ ANADOLU QUARTET – DÎJLOKA MIN ANADOLU QUARTET – PEYMAN JI YARÊ AWAZÊ ÇÎYA – DE PÎRO AWAZÊ ÇÎYA – EM BERNADIN VÊ DÎLANÊ AYNÛR DOGAN – REWEND BABETNA – DÛR BAJAR – DIYARBEKIR BAJAR – SÎ Û ÇAR HEB BAJAR – NEWROZ BERFÎN AKTAY – GER BERFÎN MAMEDOVA – KOÇBER BÛRHAN BERKEN – TENÊBÛN BÛRHAN BERKEN – GEROK CEMÎL QOÇGIRÎ – HÎVA ZERÎ DEVRÎM DEMÎR – TU KÎ YÎ DILJEN RONÎ – EVÎNDAR IM DR. AHMET KAYA & M.AKBAŞ – ŞERVAN ERCAN BÎNGOL – KÛÇIK HATIN ERDAL MED – PAYÎZ ERDOGAN EMÎR – ÎNSANÊ KAMIL ERDOGAN EMÎR – ELKANA VAYI FERÎD SEVÎM – RASTHATINEK FIRAT MED – ROBOSKÎ FÎKRÎ KUTLAY – PASSÎFLORA KURDÎ GRUP MUNZUR – EM MIROV IN GRUP VARDÎYA – VENGÊ TO GULBAHAR KAVCÛ – DEV JÊ BERDE HARÛN ELKÎ – XENGILOK HARÛN ELKÎ – REV HARÛN ELKÎ – HERE HÊJA – DERÎ LÊ KET HÎVRON – EVÎN HÎVRON – JARO HUNERGEHA WELAT – LI QAMIŞLO LI BER DERÎ HUNERGEHA WELAT – SERÊKANÎYÊ Û AVAŞÎN HUNERGEHA WELAT – ŞERVANO JAN ARSLAN – XEWREVÎN JAN AXÎN – ZERÎBA JEHRMAR – BÊJE JINMA – EZ JÎN IM KADÎR ÇAT – HEVAL HATIN KALDIRIM – ŞODIRÊ HARDO KALÊ BADÎ – NOŞ KASIM TAŞDOGAN – RÊ KASIM TAŞDOGAN – VÎNA SOR KASIM TAŞDOGAN – REŞKÊ KEREM GERDENZERÎ – KEÇA PERÎ KEREM SEVÎNÇ – PERPERIK KEREM SEVÎNÇ – BAO ARYEN KOM – DE RABIN LAWJE – WERNE RAYÊ MAVÎŞ GUNEŞER – KAM SONO MEHMET AKBAŞ & HANI – BERDE MEHMET ATLI – GULA DIL MEHMET ATLI – MORÎ MIRCAN MEHMET ATLI – STRANA NÎVÇE MEM ARARAT – XAÇIREK MEM ARARAT – KULÎLK MEM ARARAT – DIL DISOJE MIKAÎL ASLAN – ÇEMO VANO MIKAÎL ASLAN – ADIRÊ ZERRÊ MA MIKAÎL ASLAN – MÎRAZ MIRADY – WAY DELALÊ NIZAMETTIN ARIÇ & MIZGÎN TAHIR & NEZÎR PALO – ÊŞA ROJAVA MUCAHÎD GOKER – EFO BERZ MUCAHÎD GOKER – EVDALO OLGUN EREN – DEV JÊ BERDA OZAN IRMAK – BERF OZAN IRMAK – BÎRANÎNA AZADÎYÊ PERVÎN ÇAKAR – RUHÊ MIN TEYR E PRAKSÎS – AZADÎ PRAKSÎS – SÎNOR RAPERÎN – ZAROKÊN ŞER REWŞAN & TARA MAMEDOVA – XUÇÊ REWŞAN ÇELÎKER – WEXT LAZIM BÛ ROHAT CIWAN – TAWANBAR ROJDA – ŞENGAL RÛKEN YILMAZ- DÎLBERA NAZIK RÛŞEN ALKAR – RABE SAKÎNA – KO SEMYANÎ PERÎZADE – BIRYAREKÎ SERDAR ALAZ – ÊSÎR SEYDA PERINÇEK & LAVÎN – AWÊNE SEYÎDXAN SEVÎNÇ – ÇI HACET SÎDAR – BÊJE SÎDAR FERÎD – NÎV SÎMIR RÛDAN – BIRÎNA REŞ SÎYA ŞEVÊ – TU XEM NEKŞÎNE SÎYA ŞEVÊ – GURÎ SÎYA ŞEVÊ – RÛPAYÎZ TARA JAFF – HER WAREK BI BILBILEK TARA MAMEDOVA – SÎNO TEQ Û REQ – ÇAR ZAROK TEQ Û REQ – XEWNEREŞK TEŞQELE – BI KÎJAN MEQAMÎ VEDAT TANIŞ – BALADA ŞIVANEKÎ XALIT TARÎ – GEWRÊ XÊRO ABBAS – DIMEŞÎYA YAHHYA – MAHÎTAB YÛNIS DAS – AZADÎ YÛNIS DAS – MIJ Û BERF YÛNÛS DÎŞKAYA – DERMAN YÛNÛS DÎŞKAYA – GULÊ YÛNÛS DÎŞKAYA – LI ÇI DIGERÎ ZE TIJE- CEMÎLA MIN ZE TIJE – BIHUYÊ ZE TIJE – WARWAY ABBAS AHMED – MESELE NE EVA HOGIR FATIH RASUL – SER KIZ NAKEM JAN AXÎN – KUL Û KULÎLK