Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê 2024-12-21 09:13:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Du senatorên Partiyên Komarparêz û Demokrat ên DYA’yê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kirin ku ji ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li ser Tirkiyeyê mueyîdeyan bên sepandin.  Amerîka piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê, ji bo agirbesteke mayînde ya li dijî êrişên Tirkiyê û ANS'ê yên di bin serweriya wê de, di nava hewldana de ye. Paralelî vê Kongreya Amerîkayê gaveke girîng hat avêt. Du senatorên Partiyên Komarî û Demokrat pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kirin ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mueyîde li ser Tirkiyeyê bên sepandin. Komarparêz Lindsey Graham, ku yek ji xwediyê pêşnûmeya qanûnê ye, bi nêzîkbûna xwe ya ji bo Trump tê naskirin.   Senatorê Demokrat Chris Van Hollen di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê X'ê de diyar kir ku wî tevî Lindsey Grahamê komarparêz pêşnûmeqanûnek pêşkêşî jongreyê kiriye ku li ser Tirkiyeyê mueyîde bên sepandin.    Van Hollen di daxuyaniyê de got: "Êrişên hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li dijî hevkarên me yên kurd ên Sûriyeyê, ewlehiya herêmê û xebatên ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞ'ê qel dike. Îro min û Senator Graham pêşnûmeqanûnek ku li ser Tirkiyeyê mueyîde bêb ferzkirin da. Ger agirbestê û herêmeke bêçek qebûl neke, divê em vê bixin meriyete."    Van Hollen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em Sûriyeyeke yekgirtî, berfireh û bi îstiqrar ji bo hemû gelên Sûriyeyê dixwazin. Ji bo bidestxistina vê armancê pêwîst e ku em piştgiriyê bidin hevkarên xwe yên kurd ên Sûriyeyê."   Attacks by Turkish-backed forces on our Syrian Kurdish partners undermine regional security & efforts to prevent an ISIS resurgence. Today Sen Graham & I introduced a bill to impose sanctions on Turkey—which we should enact if they do not accept a ceasefire & demilitarized zone. — Senator Chris Van Hollen (@ChrisVanHollen) December 20, 2024