Helbestvan Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
Helbestvan Ehmed Huseynî ku demek dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da
37 salên bêyî Mihemed Şêxo: Deng û awazên wî hêj jî li her çar aliyan olan dide
Yek ji hunermendên gewre yê muzîka Kurdî Mihemed Şêxo 37 sal berê koça dawî kir. Berhemên wî niha li ser zimanê milyonan kesa ye û awazên wî hêj li her dera Kurdistanê olên didin.
Kovara Jinê bi manşeta ‘Heta jin azad nebin nabe’ derket
Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Heta jin azad nebin nabe!” derket.
Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir
Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.
Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn
Hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê diyar bûn. Di nava hunermendan de Agirê Jiyan û Alend Hazim jî hene.
ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!
Avahiya dîrokî ya di quntara Keleha Wanê de ku ji aliyê Mîmar Sînar ve hatiye çêkirin, Walitiyê da ÎHH’ê. ÎHH’ê avahiya dîrokî û olî kire kafe.
'Em bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe’
Li Gimgimê panela ziman hate lidarxistin û panelîstan got: “Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe.”
Yenî Ozgur Polîtîka ji bo weşana nû bang li nivîskaran kir
Yenî Ozgur Polîtîka ku dê rengê weşana xwe biguherîne, bang li nivîskar, wergervan û rexnegiran kir ku bi nivîsên xwe rojnameyê rengîntir bikin.
‘Ji bo pêşxistina ziman statu û demografî têrî nakin divê li her qadê bê bikaranîn”
Li Wanê panela ziman hate lidarxistin û axêveran di panelê de diyar kirin ku ji bo pêşxistina ziman statu û demografî bi tena sere xwe têrî nakin divê Kurdî bibe zimanê hiqûq, sûk, çapemenî û zimanê jiyanê.
Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike
Rojnameya Komînal, bi “Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi weşanê dike.
MA Musîc a ku bi komunê ve hate avakirin ket sala xwe ya 9'an
MA Musîc a ku di encama rêxistinkirina komunê de derket holê, kete sala xwe ya 9'an. Hêlîn Kiliçarslan a ku di Ma Musicê de wek xwendekar dest pê kir û niha wek mamoste berdewam dike, ji bo çalakiya sala 9'an a ku dê di 1'ê Adarê de li ÇandAmedê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Bi gotineke dayika xwe rastiya xwe dît û zimanê xwe hîn bû
Nivîskar û helbestvan Mehmet Şîrîn Bulga yê ku piştî qutbûna têkiliya wî ya bi zimanê dayikê, bi gotina diya xwe ya "Tu bi zimanê min napeyivî, em ê çawa ji hevudin fam bikin?" bi zimanê xwe yê dayikê 7 berhem nivîsand û got: "Min pirtûka xwe ya Kurdî bir ser gora diya xwe û min got 'dayê, ez fêrî vî zimanî bûm'."
Li Colemêrgê ZIMAN-DER hat vekirin
Li Colemêrgê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî û çanda Kurdî ZIMAN-DER hat vekirin.
Li Hopayê çalakiya zimanê dayikê
Partiyên siyasî li navçeya Hopayê bi wesîleya çalakiya “Gel stranên xwe dibêjin” hatin gel hev û stran gotin.
Dengê yekpare yê rastiyê: Paltfroma Sosyo Tarih
Platforma Sosyo-Tarîh ku vê mehê dest bi weşanê kir, armanc dike ku bi lêgerîna xwe ya "rastiya yekpare" di qada dîjîtal de bibe henaseyeke nû.