Li gundê suryanan talankirina daran didome

img
ŞIRNEX - Talankirina daran a li gundê Hesana yê li qontarê çiyayê Cûdî didome. 
 
Ji demsala havînê heta niha li gundê Hesana yê asur-suryanan ê li quntarê çiyayê Cûdî yê li Silopiya ya Şirnexê dar tên talankirin. Cerdevan, di bin çavdêriya leşkeran de qada daristanê tune dikin. Cerdevan, darên ku dibirin li traktoran bar dikin û vediguhêzin deverên deşt. Piştre jî ev dar li TIR’an tên barkirin û li bajarên Riha, Dîlok û Gurgumê tên firotin. Dîmenên talanê ya li gund derketin. 
 
Her wiha birîna daran a li 30 deverên herêma Besta ya Şirnexê jî bênavber didome.