Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert 2022-11-28 09:02:18   AMED - Rojnameger Kawe Fetehî ku li Rojhilatê Kurdistanê dijî, tekildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku serhildana gelan a bi aweyekî xurt berdewam dike, heta niha gelek tişt jî guhertin û got: “Edî meşrûtiyeta hikumeta Îranê nemaye.”   Jîna Emînî di 13'yê îlona 2022'yan de dema bi birayê xwe Kiyareş Emînî re li Tehranê li îstasyona metroyê ye, bi hinceta ku li gorî qaîdeyên Îslamî serê xwe negirtiye bi komek jin re tê binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Jîna Emînî ji aliye polîsan ve tê derpkirin û serê wê li hesinê dikevê. Jîna Emînî ji ber derba ji serê xwe xwar 3 rojan di nexweşxanê de ma û piştî 3 rojan di 16’e îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di merasîma cenazeya Jîna Emînî ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê de jinan dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” berzkirin û ew dirûşim bi pêşengtiya jinan bû serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan, Îran û gelên li Îranê. Serhildana gelan a li dijî rejîma molayên Îranê 2 meh li pêy xwe hişt, hê jî didome. Di destpêka serhildanan de hêta niha tevî ku gelek kes hatin qetilkirin, birîndar bûn û binçavkirin jî serhildan bi awayekî bi hêz didome û dirûşmeya, “Jin  jiyan azadî” li Rojhilata Navîn heta cihanê olan dide.    Tekildarî serhildana gelan a li dijî rejîma Îranê rojnameger Kawe Fatehi yê ku li Rojhilatê Kurdistanê ye pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.    Piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel serî hilda û serhildana gel hêj jî didomê. Niha pêvajoyek çawa li Rojhilat û Îranê heye, hûn dikarin ji me re qala rewşa heyî bikin?   70 rojan zêdetir e serhildan û şoreşa Rojhilat û Îranê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de dikandarên Îranê 11 caran dikanên xwe girtin. Di destpêka serhildanan heta niha dikandarên li Rojhilat di grevê de ne û bi girtina dikanan rejîmê protesto dikin. Li Rojhilat serhildan pir xurt berdewam dikin. Ji ber ku li dijî hikumeta Îranê serhildaneke pir xurt û bi hêz dimeşe çend roj ji berê hikumeta Îranê êrişî bajarên Mehabad, Pîranşar, Ciwanro û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê kirin.  Hêya îro li Rojhilatê Kurdistanê 46 sivîl hatin qetilkirin gelek kes birîndar bûn û 8 hezaran zêdetir kes hatin binçavkirin û girtin. Ya herî girîng jî hikumeta Îranê li bajarên Ciwanro û Mehabad çekên weke çekên kîmyewî bikaranîne û gelek kes birîndar bûne, tendûristiya wan jî ne baş e.    Li bajarên Îranê jî her çiqas weke serhildanên Rojhilat bi xurt û hêz nebe jî serhildan hene. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên weke PJAK, Komeleya Demokrat ji bo greva giştî ji bo piştevaniya serhildanê daxuyanî dan.    Her wiha di serhildanên gel de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” tê berzkirin û ev dirûşm li hemû cîhanê belav bû. Gelo ev dirûşm çima evqas bi bandor bû? Dirûşmeya “Jin jiyan azadi” ji bo gelan tê çi wateyê?   Dîroka Jin jiyan azadî kûr û dirêje li Bakurê Kurdistanê heta Rojava niha jî li Rojhilatê Kurdistanê ew dirûşim olan dide. Ji ber ku ya ku hat qetilkirin jin bû, Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê hat qetilkirin. Jin jiyan azadî jî dirûşmeya mafê jinan e. Li Rojhilata Navîn û cihanê mafê jinan tê binpêkirin, jin jiyan azadî jî dirûşmeya li dijî vê yekê ye. Dema cenazeyê Jîna Emînî anîn bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê gelek jinan ewilî li ser goristanê dirûşmeya jin jiyan azadî berz kirin. Bi vê dirûşmeyê helwesta edî bes e qetilkirina jinan, edî ji pergala mersalariyê re bes e nişandan. Ji ber wê jin jiyan azadî pir girîng e. Ew dirûşim li Rojhilatê çû Îranê û li Zanîngeha Tehranê xwendekaran ew dirûşim berz kirin. Piştî wê dirûşimeyê gelek jin herikîn qadan û pêşengiya serhildanê dikin. Jin jiyan azadî ji bo karker û hemû gelan bû dirûşmeya azadî û rizgariyê. Yanî jin jiyan azadî li dijî zilma li ser gelê kurd, karker û jinan bertekek bû, wan hemûyan bi xwe ve girê dide.    Di qada navneteweyî de ji bo serhildêrên Rojhilat û Îranê piştgirî heye an na? Hûn helwesta qada navneteweyî çawa dibînin?   Dewletên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ew dinêrin ji bo berjewendiyên wan li vir çi heye pişt re li gor wê deng dikin. Di destpêka serhildanê de ji ber ku civakî bû li dinyayê gelek dewlet û kesan dengê xwe derxistin lê niha ew tevgera civakî dixwazê bibe tevgereke siyasî ew jî kerî berjewendiyên dewletên navneteweyî naye. Heta niha jî piştgiriyek ew qas xurt ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nehatiye dayin. Komên çepgir piştgiriyê didin.    Di navbera serhilderên kurd û faris de tekiliyek çawa heye? Daxwaza serhildêrên li kolanan çi ye?   Li Rojhilat û Îranê ne tenê kurd û faris hene, azerî, ereb, tirkmen, mazenî û belûc jî hene. Daxwaza wan a li dijî mela û rejîma Îranê yeke. Dixwazin wê pergalê hilweşînin. Lê êrişa li ser Kurdistanê û Belûcistanê pir bi tund e. Daxwaza farisan azadiya raman, cil û bergan e lê xwesteka wan a azadiyê û ya Kurdistanê, Belûcistanê û gelên din cuda ye. Zimanê kurdî qedexeyê kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Yanî daxwaza gelê kurd û gelên din ên Îranê ya azadiya neteweyê jî heye. Yanî daxwaza wan a xweseriyê jî heye.    Dewleta tirk êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir, hûn van êrişan li wir çawa dişopînin?   Dewleta tirk dewletek faşîst e. Rejima Îranê û neteweyê faris dibêjin kurd hene, lê dewleta tirk a faşist kurdan tune dihesibîne, ji ber wê dewleta tirk li dijî hemû Kurdistanê ye. Heke parçeyekî Kurdistanê ku dixwaze xwe bi xwe rêve bibe dewleta tirk dixwazê êriş bike. Sedema êrişên dewleta tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî ew e. Erdogan û dewleta tirk hemû kurdan weke terorîst dibîne, dewleta tirk li dijî kurdan hertim wisa bû ye. Niha jî dixwazin Xweseriya Rojava hilweşînin.    Li gor wê serhildana gel dê çawa encam bigrê hûn çawa dibînin?   Heta niha gelek tişt li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine guhertin. Edî meşrutiyeta hikumeta Îranê nemaye. Hem gelê kurd hem gelê faris û hem gelên din meşrutiyeta hikumetê nasnakin. Nizanim wê çawa encam bigire lê serhildaneke pir mezin û bi xurt heye û heta niha jî gelek tişt guhertin. Gelek tişt hene ku ji berê qedexebûn û niha azad in.    MA / Mahmût Altintaş