Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin 2022-11-28 11:34:12   ENQERE - Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî mehek in di girtîgehê de ne diyar kirin ku ew bi fermaneke siyasî hatine girtin û gotin: “Bi girtina me re hikûmet hewl dide atmosfera zext û tirsê li civakê belav bike. Em ji ber rojnamevaniyê tên darizandin.”   Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên wê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selan Güzelyüz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere bi îşkenceyê di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin, di 29’ê cotmehê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin bi şertê hefsa malê, Mehmet Gunhan ê di buroya Enqereyê ya MA’yê de demekê weke stajyer xebitî jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Rojnamevanên ji ber nûçeyên çêkirin, bi axaftinên bi çavkaniyên xwe re kirine û gerên di çarçoveya xebatên xwe yên pîşeyî de kirine tên sûcdarkirin, meheke di girtîgehê de tên ragirtin. Rojnamevanên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin, di meha destpêkê ya girtina xwe de peyam şandin.    BERÎ KU ÎFADEYAN WERGIRIN QAWIŞ AMADE KIRIN   Di peyama hevpar a rojnamevanan de hat ragihandin ku bêhiqûqiya bi binçavkirina wan a di encama fermana siyasî de destpê kir, bi pêvajoya girtinê ya mehekê didome. Rojnamevanên ku gotin “Em bi fermana siyasî hatin girtin” ew pêvajo wiha vegot: “Em çar rojan di bin çavan de man. Roja 4’emîn em derxistin edliyeyê. Heta ku em derxistin edliyeyê me îfade nedan tu derê. Lê belê di roja 3’yemîn a binçavkirina me de, beriya ku îfadeya me bê girtin û sewqî dadgehê bên kirin, li Sîncanê ji bo me qawîşek hatibû amadekirin. Qawişa ku em 5 jinên rojnamevan bi hev re lê dimînin, beriya ku em werin girtin gotine dê were ‘boyaxkirin’ û hatiye valakirin. Dema em piştî rojekê hatin girtin em anîn wê qawişê. Qawiş hatibû boyaxkirin û dîwarên wê dihilweşiyan.”    BI FERMANA SIYASÎ HATIN GIRTIN   Rojnamevanan, destnîşan kirin ku feraseta ku dihat xwestin ji aliyê polîsan ve “serê me bê tewandin” û pêşkeşkirina dîmenên dema binçavkirinê de perçeyekî fermana siyasî bû û ev tişt gotin: “Di 5 mehên dawî de 26 rojnamevanên kedkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad çima hatin girtin? Atmosfera siyasî ya heyî û tecrûbeyên berê bersiva vê pirsê dide. Hikûmet hewl dide ji vê pêvajoya ku krîza siyasî, civakî û aborî lê kûr dibe, derkeve. Bi vê armancê her şêwe bêhiqûqî û pêkanînên antî demokratîk bi cih tîne. Girtina me parçeyek ji vê xeleka bêhiqûqiyê ye.”   HEWLDANA BELAVKIRINA ATMOSFERA ZEXT Û TIRSÊ    Rojnamevanan destnîşan kirin ku girtina kedkarên Çapemeniya Azad ji pirsgirêka kurd a birîna nekewandî ya welat ne serbixwe ye û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kirin: “Em bûn hedefa hikûmeta ku di bin navê 'ewlekariyê' de bi polîtîkayên şer nêzî vê pirsgirêkê dibe. Dixwazin ku em rastiyê nebînin, nebihîzin û nejîn. Eger çapemenî nebîne, eger nizanibe, civakê nas nake. Lê me ew dît û em bêdeng nebûn. Hikûmeta ku piraniya medyayê kontrol dike, hewl dide çapemeniya ku nikare kontrol bike çavtirsandî bike. Hikûmet bi girtina me re hewl dide atmosfera zext û tirsê li civakê belav bike. Nûçeyên ku me li qadê çêkirin, twîtên ku me avêtin, bernameyên ku me pêşkêş kirin, kirin mijara 'sûcdariyan'. Em bi xebatên xwe yên pîşeyî, ji aliyê rojnamevaniyê ve tên darizandin. Bi vê dosyaya ku nebe sedemê binçavkirinê jî, em hatin girtin.”