Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya 2022-11-28 15:19:56   COLEMÊRG - Li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, li Geverê bi pêşengtiya KCD, TJA, DBP û HDP’ê meşa “Ji şer û dagirkeriyê re na” hat lidarxistin. Di çalakiyê de beşdaran got ku ew ne şer lê aştiyê dixwazin.    Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgara Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Ji şer û dagirkeriyê re na” meş hat lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê yên herêma Serhedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, endam û rêveberên HDP û DBP’ê û gelek welatî tev li meşê bûn. Kolana ku dê meş lê bihata lidarxistin, ji danê sibehê ve ji hêla polîsan ve bi wesayîtên zirxî hatibû girtin.    GIRSE BI DIRÛŞMAN MEŞIYA   Girse, li ber Navenda Kargehan a Zagrosê ya li Kolana Cengîz Topel kom bû. Beşdaran xwestin li vir daxuyaniyê bidin lê belê ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê hatin astengkirin. Li ser vê yekê girseyê bertek nîşanî polîsan dan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi avahiya HDP’a Geverê ve meşiya. Meş li pêşiya avahiya HDP’ê bi dawî bû.    ‘LI TIRKIYEYÊ EV 40 SAL IN PÊVAJOYA ŞER HEYE’   Her wiha bi sedan endamên HDP û DBP’ê yên ku ji bo tevlibûna meşê ji Colemêrgê ber bi Geverê ve ketin rê, li noqteya polîsan a Depînê hatin astengkirin. Li ser vê yekê girseyê li vir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç axivî. Koç, da zanîn ku bi sala ye walîtî bi rêya “qedexeyan” hewl dide çalakiyên demokratîk ên gel asteng bike û wiha bi dawî kir: “Ev qedexeye, bi awayekî derhiqûqî tên kirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê bi van qedexeyan Tirkiye xistiye nava tengasiyeke mezin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Makeqanûn ji hêla hikûmetê ve tê binpêkirin. Tirkiye ev çil sal in di nava şerekî de ye. Lê belê ev pêvajoya şer pirsgirêka heyî çareser nake. Ji ber vê yekê em ne şer lê aştiyê dixwazin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê pêk were. Bimre şer, bijî aştî."