Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-11-28 16:52:48   AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di salvegera 7'emîn a qetilkirina xwe de bi girseyî li ser gora xwe hat bibîranîn.   Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’e Mijdarê 2015’an de dema li ber mînareya çarling daxuyanî dida hat qetilkirin. Tahîr Elçî di salvegera 7'emîna qetilkirina xwe de bi tevlibûna gelek parêzer û serokên baroyan li ser gora xwe ya Goristana Yenikoy a navçeya Yenişehir a Amedê  hate bibîranîn. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Weqfa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzer tev li bîr anîne bûn. Her wiha Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier di bîranîne de amade bûn.   Di destpêkê de girseyê bi rêzê qûrnefîl danîn ser gora Tahîr Elçî û pişt re jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Wekila Seroktiya HDP ya Komê Meral Daniş Beştaş û Serokê Baroya Şirnaxê Rojhat Dîlsîz li ber gora Tahîr Elçî axivîn.   ‘EM DÊ PÊY ŞOPA TAHÎR ELÇÎ BIN’   Nahît Eren ê ewilî axivî, bi lêv kir ku di salvegera 7’emîn a qetilkirina Tahîr Elçî de carek din li ser gora wî ne û wiha got: “Ev xwedî derketin nîşandana xwesteka gel a dîtina kûjerên Tahîr Elçî ye.  Em dê li pey şopa dosyaya Tahîr Elçî bin. Ji bo nirxên ku wî avakirine bigihije nifşên nû em dê têbikoşin.”   ‘TEVÎ 7 SALAN JÎ DARIZANDINEKE BIEDALET TUNE YE’   Dû re Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku tevî evqas sal derbas bûne jî di doza Tahîr Elçî de tu encam derneketiye û ev tişt gotin: “Ez dixwazim ji Tahîr Elçî re bi axivim. Birêz Tahîr, min dixwest ji te re bêjim, îşkence û polîtikayên bê cezakirine bi dawî bûn, êdî tu kes li kolanan nayê qetilkirin, edî di qutiyan de cenazeyê zarokan radestî dayikan nayên kirin û hwd. Min dixwast ji te re van bêjim lê mixabin ez nikarim van tiştan ji te re bêjim, tevî 7 sal piştî te jî hêj jî darizandineke bi edalet tune ye. Hêj jî îşkence û qetilkirin hene. Hêj jî mafê perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye. Te ji bo edaletê ew qas têkoşîn da lê mixabin ez ê agahiyeke xirab bidim te ceza nedan kujerê Apê Mûsa. Lê me soz dabû te teqêz rojeke em dê werin li ser gora te û bêjin, doza te îdaalên te gihişt armanca xwe. Em soz didin ku ji bo dosya te jî bi bêcezakirinê encam negire em dê têbikoşin.”            ‘JI BO KÛJER BÊN DARIZANDIN EM DÊ TÊBIKOŞIN’   Pişt re Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, bi bîr xist ku Tahîr Elçî ji ber axaftina xwe rastî lîncê hatibû û wiha got: “Bi heman awayî em jî weke serokê baroyan ji ber axaftina xwe hatin lînckirin. Me jî weke Tahîr Elçî aştî xwest me got bila şer bi dawî bibe ji ber wê em hatin lînckirin. Lê ji ber ku pêşengê me Tahîr Elçî ye em natirsin. Tahîr Elçî li dijî bê cezakirinê têkoşiya lê mixabin niha jî dosyaya wî ber bi bê cezakirinê ve diçe. Lê em dê heta dawiyê bişopînin. Ji bo ku kûjer bên darizandin hêta dawiyê em dê têbikoşin.”