HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin 2022-11-28 16:57:05   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di 26-27’ê mijdarê de li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û da zanîn ku 90 caran êriş li ser gund û bajarokan hatiye kirin û di encamê 2 zarok birîndar bûne.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di 26-27'ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn, eşkere kir. HSD’ê da zanîn ku di êrişan de 90 gund û bajarok bûne hedef û 2 zarok birîndar bûne.    Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya êrişên şeva 26'ê mijdarê û roja 27'ê mijdarê wiha ye:   “26'ê Mijdarê   HERÊMA CIZÎRÊ   Til Temir:   "Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliye û Til Leben bi 10 obûsan hatin topbarankirin.   HERÊMA FIRATÊ   Kobanê:   Gundên Goran, Xan, Zorava, Zormexar, Bûban û Siftek bi 12 obûsan hatin topbaran kirin, her wiha bi doçkayan hatin gullebarankirin.   Girê Spî:   Gundên Til Xan, Ebû Nîtona û Girê Qertel bi obûs û hawanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Eyn Îsa:   Gundên Fatisa, Girêha û nêzî saumayên Eyn Îsa bi 3 obûs û 3 hawanan hatin topbarankirin.   Minbic:   Gundên Qirt Wêran, Korheyuk, Kawiklî, Cat, Ewn Dadat û Hoşeriyê bi 7 obûs û 14 hawanan hatin topbarankirin.   Tirwaziyê:   Bejahiya bajaroka Qenterî bi 15 obûsan hat topbarankirin.   27'ê Mijdarê:   HERÊMA EFRÎNÊ   Balafirgeha Minix û gundên Malikiye, Merenaz û Şewarxayê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.   Gundê Şêx Îsa bi balafirê keşfê hat bombebarankirin.   Gundên Zîwan, Xirbet El Şealê, Eyn Deqnê, Bêlûniye, Şêx Îsa, Werdiye, Til Madiq, Girê Meyasê, Girê Bênê, Bênê, Soxanekê, Şewarxa, Merenaz, Elqemiye, Tatmaraş, Malikiye, Aqibê, Ziyaretê û Tinnib bi 396 obûs, 96 hawan û guleyên bombeavêjê hatin topbarankirin. Di encama van topbaranan de li gundê Aqibê zarokeke 9 salî birîndar bû. Li gundê Tinnibê jî 3 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.   HERÊMA CIZÎRÊ   Til Temir:   Gundên Gozeliyê, Til Leben, Til Tewil hatin topbarkirin.   Zirgan:   Gundên Bobî, Noweth, Rabîat û bajaroka Zirganê bi 37 obûsan hatin topbarankirin her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Balafiren keşfê bajaroka Zirganê 3 caran bombebaran kirin.   Li hemberî van êrişan hêzên me qaîdeyên Bab El Xêr, Ebdilhey û Hemdûş bi katyuşa û hawanan topbaran kirin.   HERÊMA FIRATÊ   Kobanê:   Gundên Xerîb, Qeremox, Cîşan, Xirbîsan, Goran Xan, Gulteb, Korê, Zormexar, Diqdiqan, Ziyaret, Çarixlî, Kaniya Kurda, Çemê Firatê û bajaroka Şiyux Foqanî bi 17 obûs, 3 hawan û 7 guleyên tankê ve hatin topbarankirin. Di encama van topbaranan de li gundê Zormexar zarokek birîndar bû.   Girê Spî:   Gundên Huşan, Dibis, Seyda, Ebû Nîtona, Kor Hesen, Silêybî, Erîda, Zennûbya û qampa Eyn Îsa bi obûs û hawanan hatin topbarankirin.   Eyn Îsa:   Rojhilatê bajar hat topbarankirin.   Minbic:   Gundên Elcamusiyê, Hoşeriyê, El Dendeniya, Korheyuk û El Kewadir bi 16 hawanan hatin topbarankirin.   Tirwaziyê:   Qesra Esma bi obûsan hat topbaran kirin."