Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin 2023-03-24 09:00:41   MÊRDÎN - Înfaza girtî Mizgîn Çokû ya bi hinceta “ji bo çûna Îmraliyê daxwazname nivîsandiye” hatiye şewitandin û dema girtina wê 6 mehan hat dirêjkirin.   Mizgîn Çokû ku di sala 2015'an de ji ber xebatên partiya siyasî yên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ketibû ber lêpirsînê û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 5 sal û 2 meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn û piştî ku cezayê wê hatibû erêkirin, di 27'ê tîrmeha 2019'an de hatibû girtin.    Tehliyeya Çokû ku dihat payîn di 1'ê çileya 2023'yan de ji Girtîgeha Amedê ya Jinan derketa, bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) di 27'ê kanûna 2022'yan de wekî 27'ê hezîrana 2023'yan hatiye diyarkirin.   Parêzerê Çokû yê ji ber vê biryara ÎGK’ê serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê da. Lê heyeta dadgehê îtîraza ji bo biryara ÎGK'ê red kir. Dadgeriyê di biryara xwe de diyar kiriye ku liv û tevgereke neyînî ya Çokû yê tune ye, lê di warê sîrkulasyona nava saziyê de xwedî helwesteke siraraker e û di pêvajoya înfazê de gelek çalakiyên wê yên bibin sedema disiplînê hene.    Di berdewama biryarê de hatiye gotin ku Çokû ya di 27'ê mijdara 2020'î de daxwaznameyek nivîsandiye û xwestiye sewqî Girtîgeha Îmraliyê bê kirin. Dadgeriyê ji bo vê jî gotiye ji vê yekê jî xuya dike ku pêwendiya wê ya bi rêxistinê re didome.    MA / Ahmet Kanbal