Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin 2023-03-24 09:03:17 ENQERE - Girtiyê bi navê Îlyas Dogan ku di erdheja Mereşê de malbata xwe winda kir, dixwaze cezayê wî were taloqkirin û wiha got: “Tenê xwişka min sax ma ye. Di vê pêvajoyê de pêdiviya wê bi min heye.”    Girtiyên ku di erdhejên Mereşê de gelemperiya endamên malbatên xwe winda kirin, gelek caran nikarin bi endamên malbatê yên saxmayîn re jî peywendiyan deynin. Hinek girtiyan jî hema hema tevahiya malbata xwe winda kirine. Girtiyê bi navê Îlyas Dogan ku 27 sal in di girtîgehê de ye, ji malbata xwe 9 kes winda kir. Dogan, nameyek şand û xwest ku cezayê wî were taloqkirin. Dogan li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Bandirmayê tê ragirtin û ji malbata wî ya li Semsûrê tenê xwişka wî ji erdhejê xelas bû.    ‘TENÊ XWIŞKA MIN MA YE, PÊDIVIYA WÎ BI IN HEYE’    Di nameya xwe de Dogan wiha got: “3 meh beriya erdhejê bavê min wefat kir. Di erdheja 6’ê sibatê de birayê min Îrfan û hevjîna wî Nûriyeyê, zarokên wan Şiyar, Solîn, Delîla, Fatma û Masal û her wiha xwişka min Husniye û kurê wê Alî jiyana xwe ji dest dan. Tenê min xwîşkeke min sax ma ye. Pêdiviya wê bi min heye. Xwişka min xwe bi tenê, bêçare û bêxwedî hîs dike. Divê ez li cem wê bim. Rewşa min a girtîbûnê dibe asteng ku di van rojên zehmet de li cem wê bim û em birînên xwe bi hev re derman bikin. Ji bo dengê xwe bidim bihîstin, ji bilî xwestina alîkariyê min tu rêyên din nedîtin.”    DAXWAZA TALOQKIRINA CEZA    Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Min heta niha gelek zehmetî kişandin lê karî xwe li ber tevan jî bigirim. Lê belê karesata erdhejê di malbata min de rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Banga min ew e ku ji bo min an jî kesên di rewşa min de, ji bo ceza 6 mehan heta salekî were taloqkirin, li Meclisê xebat bên kirin. Ev daxwaz, ne daxwazeke efûyê yan jî daxistina ceza ye. Bila temînatên pêwîst bên dayîn ji bo vê rewşê qanûnek bê derxistin. Em, di rewşeke pir giran de ne, em li girtîgehê tenê rewşê dişopînin û tiştek ji destê me nayê. Ev yek jî me hîn bêhtir diqehirîne. Hêviya min ew e ku bi siyaseteke baş, bi civakeke baş û bi piştevaniyeke mezin ev êşa wiha giran bê sivikkirin.”