Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye? 2023-03-24 11:22:55 SEMSÛR - Ûgûr Alsan diyar kir ku lawê wî Fûrkan ê sê salî li Semsûrê ji bin kavil sax hatiye derxistin û bi rojane agahî jê nagire û ew guman dike ku terîqetan lawê wî revandibe.    Nîqaşa li ser aqûbeta zarokên ji bin kavilên erdhejê hatin derxistin dewam dike. Derketibû holê ku bi sedan zarok radestî terîqetan hatine kirin. Hê jî jig elek zarokan agahî nayê girtin û aqûbeta wan nayê zanîn. Yek ji van jî Furkan Alp Alsan ê sê salî ye.    Fukranê biçûk bi malbata xwe re li Semsûrê di bin kavil de ma. Dayika wî ya ducanî û lawê xwe yê 15 salî Melîh di bin kavil de canê xwe ji dest dan. Bavê wî Ûgûr Alsan jî ji ber ku kolon bi ser de ketin seqet ma. Zarokên malbatê Îbrahîm (6) û Emîr (12) ji bin kavil birîndar hatin derxistin. Lê ji roja ewil a erdhejê ve Fûrkan winda ye û agahî jê nayê girtin.    Ûgûr Alsan guman dike ku terîqetan lawê wî revandibe. Alsan diyar kir ku her roja ku diçe fikarên wî zêdetir dibin û xemsariya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya ji bo zarokên winda jî dewam dike.    ‘MIN FERYADÊ WAN DIBIHÎST’    Alsan da zanîn ku mala wan di erdheja ewil de hilweşiyaye û got: “Di kêliya erdhejê de Fûrkan li cem me bû. Cîranan min û zarokên min din rizgar kir. AFAD tune bû. Di bin kavil de tenê dengê zarokên min dihat min. Dengê hevjîna min nedihat min. Kolon ketibûn ser lingên min, ez nikaribûm rabim. Wê kêliyê min xwest ez beriya zarokên xwe bimirim. Bi saetan em li benda rizgarkirinê bûn. Feryqada zarokên min olan dida. Digiriyan û dikirin qêrînî. Her şev feryada zarokan tê min. Hevjîna min ducanî bû û mir.”    ‘LAWÊ MIN JI KÎ VEDIŞÊRIN?’   Alsan anî ziman ku ji roja erdhejê û vir ve agahî ji lawê xwe Fûrkan negirtiye û cîranên wî jê re gotine ku Fûrkan sax ji bin kavil derxistine û tê gotin ku wî rakirine nexweşxaneyê. Alsan nerazîbûn nîşanî xemsariya saziyên dewletê da û got: “Dibêjin ku Fûrkan sax e. Hûn lawê min ji kî vedişêrin? Bi hezaran zarok winda ne. Çima wêneyên zarokan di malpera Wezaretê de cih nagire? Her kêliya ku diçe fikara min zêde dibe. Heke ez saxlem bûma, ez ê sazî bi sazî li lawê xwe bigeriyam. Ez dipirsim; gelo lawê min dane êtîmxaneyê, kesek din an jî hatiye revandin? Ez daxwaz dikim ku tavilê lawê min bê dîtin û agahî bidin min.”    MA / Zerrîn Sargût