‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’ 2023-03-24 11:24:41   ENQERE - Parêzer Ebrû Akkal diyar kir ku êrişên li dijî saziyên elewiyan ne buyerên cuda ne, sûcên nefrete ne û anî ziman ku rewşa heyî di encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne de ye.    3’yemîn danişîna doza ku tekane bersûcê girtî yê têkildarî êrîşên tîrmeha 2022’yan ên li dijî saziyên elewiyan ên li Enqereyê pêk hat di 22’yê adarê de li 63’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê pêk hat. Parêzerê Ozan Karaca yê ku di dozê de bi îddîaya ‘zirardayîna cihên îbadetê’ doz lê hatibû vekirin, di danişîna 2’yemîn de îdîa kir ku cemxane ji aliyê hiqûqî ve ne cihên îbadetê ne û xwest muwekîlê wî bi ‘zirardayîna mal û milk’ bê darizandin.    Parêzera Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Ebrû Akkal a beşdarî dozê bû, rewşa dozê nirxand û anî ziman ku nabe cemxane li ser îbadetê bên nîqaşkirin.    ‘FERASETA JI ALIYÊ DEWLETÊ VE TÊ MEŞANDINE’   Akkal, diyar kir ku nirxandina parêzerê bersûc a di doza êrîşê de ku cemxane 'ji aliyê hiqûqî ve ne cihên îbadetê ne' bingeheke hiqûqî nîne û wiha got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek caran nirxandinên berfireh kir û biryarên ku cemxane xwediyê statuya îbadetê ne. Di çarçoveya van biryaran de; ne pêkane ku nîqaşa cemxane ne îbadetxane ne bên kirin. Ev nirxandin di rastiyê de têkildarî feraseta ku elewîtî û cemxane xwedî statuyê nînin a ji aliyê dewletê ve tê meşandine.”   ‘CEMXANE ÎBADETXANE NE’   Akkal, destnîşan kir ku elewîtî pergaleke baweriyê ye, îbadeta wan jî li cemxaneyan pêk tê û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya biryarên DMME’yê de gelemperiyê têkoşînên ku civaka elewiyan bi rê ve dibin de her tim tê gotin ku cemxane cihê îbadetê ne.”   ‘SÛCÊ NEFRETÊ HATE KIRIN’    Akkal, da zanîn ku bi awayekî aşkere sûcê nefrete hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya bêceza hiştinê ten ê ji cezakirinê revîn nîne. Li gel ceza, di heman demê de wateya dayîna cezayekî li ber çavan jî digire nava xwe. Em nafikirin ku êrîş bi tena serê xwe, bi 2 hevalên xwe re hatiye kirin. Valahiyên di dosyayê de bi me dide fikirandin ku ev cureyeke din a rêxistinbûnê ye. Mixabin, dişibe pêvajoyên berê yên ku me di gelek dosyayên wekhev de dîtin. Dadgehê biryara navberê ya li ser daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina van mijaran hate taloqkirin. Wî dev ji biryareke navberê berda, di vê rewşê da ji bo me qebûlkirin an nekirin dê bibe nîşana polîtîkaya bêcezahiştinê.”   BANGA XWEDÎDERKETINA DOZÊ     Akkal, destnîşan kir ku divê doz weke bûyereke cuda neyê nirxandin û ev tişt hate gotin: “Elewî di vê civakê de demekî dirêj bi komkujiyan re rû bi rû man. Bi dehan caran hatin kuştin, neçar man xwe veşêrin, hatin koçkirin. Êdî di nava civaka elewiyan de tehamulî bûyerên wiha nayê kirin. Hem ji bo civaka elewî hem jî ji bo hemû saziyên demokratîk pêwîste li dijî êrişên cemxaneyan bertekeke demokratîk bê nîşandan û xwedî li dozê bê derketin.”   MA / Enes Beyaz