Diyargaz gel mexdûr dike 2023-03-24 12:08:35   AMED - Diyargazê saeta gazê ya welatiyê bi navê Ozgur Kizilay jê kir û cezayê pereyan lê birî. Kizilay, bertek nîşan da û wiha got: “Ji ber erdhejê em li malê nebûn. Di vê navberê de Diyargaz hatiye malê û bi hinceta mohra wê hatiye rakirin, saet jê kirine. Ser re jî cezayê perayan daye.”   Şîrketa Anonîm a Belavkirina Gaza Xwezayî ya Amedê (Diyargaz) saetên gazê yên mexdûrên erdhejê ku malên xwe terikandine jê kirin û cezayê pereyan lê dibire. Şîrket, sedema jêkirina saetan jî weke bikaranîna gaçax an jî rakirina mohrê nîşan dide. Yek ji mexdûrên Diyargazê jî welatiyê bi navê Ozgur Kizilay e. Kizilay, diyar kir ku ji ber erdhejê li mala xwe nediman lê Diyargazê bi hinceta mohra wê hatiye rakirin saeta wan jê kiriye.   Kizilay, destnîşan kir ku tevî hevjîna xwe di 21’ê sibatê de çû navçeya Bazîd a Agiriyê û wiha got: “Em li wir man. Çûyîna me ya Bazîdê di qeydên AFAD’ê de jî heye. Piştî 20-21 rojan cîranên me li me geriyan û gotin saeta we ya gazê tune ye. Em jî di 17’ê adarê de vegeriyan Amedê û me dît ku saet tune ye. Ji ewil me got qey hatiye dizîn û me Diyargaz jê agahdar kir. Lê ji me re gotin wan jê kiriye. Gotin; ‘We mohra wê rakiriye lewma em ê li we ceza bibirin.’ Me jî rewşa xwe jê re vegot û got ku belgeyên me hene. Lê dîsa jî israr kirin û gotin; ‘Heke hûn heqê cezayê xwe nedin em ê abonetiya we betal bikin û we bidin îcrayê.’ 8 hezar û 260 lîre ceza birine. Em gelek mexdûr kirin. Nêzî hezar û 500 lîreyan jî fatûre nivîsandine.”   GEF LÊ XWARIN   Bi domdarî Kizilay diyar kir ku neheqî lê hatiye kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema ez çûm ku derdê xwe jê re vebêjim, gef li min xwarin. Gotin; ‘tu li ku derê gilî dikî bike, çi ji destê te bê xwe jê nede paş, em ê abonetiya te betal bikin û te bidin îcrayê.’ Em gelek mexdûr bûn. Tup nîne û em di sermayê de dimînin. Ya ku li me dikin, zilm e. Walîtî jî di nav de me serî li hemû saziyan da. Walîtiyê got; ‘sektora taybete em nikarin tiştekî bikin.’ Edliyeyê jî got; ‘ji bilî vekirina dozê nikarî tiştekî din nîne.’ Li Tirkiyeyê doz zêdetirî salekê didomin û em nikarin îspat jî bikin. Me heta niha her tim deynê xwe di wexta wê de dan. Saet li derve bû û em nikarin 24 saetan nobetê lê bigirin. Ji ber vê rewşê çawa me sûcdar dikin? Heman tişt bi serê cîranê min jî hat. Em naxwazin tu kesekeê din mexdûr bibe. Ev der herêma erdhejê ye û xelk bi êş û pirsgirêkên xwe mijûl e. Jixwe vê erdhejê derûniya me xerab kir, qet nebe bila ser re jî van tiştan nekin.”