Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike 2023-03-24 12:10:49   ANTALYA - Îdrîs Başaran ê 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê dimîne diyar kir ku zext lê hatine kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike û serî li dozgeriyê da û gilî kir.    Îdrîs Başaran 28 sal in bi îdiaya “Yekitî û hevpariya dewletê û welat xera kiriye” girtî ye. Niha li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê tê ragirtin. Ew li girtîgehê nexweş ketiye û nexweşîya epîlepsî û FMF (Akdenîz Anemî Ateşi) li Başaran peyda bûne. Başaran ragihand ku leşkeran li girtîgehê zorê ango zextê lê kiriye ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike.    Başaran ê ku nexweş e û nayê tedawîkirin, bi hevdîtina darê zorê ya bi îstîxbaratê re rûbirû ma. Başaran di daxwaznameya serlêdana bo serdozgeriyê de wiha got: “Di 15’ê adarê de tevî ku dozek nebû jî, gardiyanan got, ‘tu yê derkevî SEGBÎS’ê tev li dozê bibî’. Ez jî bi hizira ku bi SEGBÎS’ê beşdar bibim, derketim. Lê min birin qata binî. Pace bi poşetên reş hatibûn bandkirin. Came girtîbûn. Min birin ber deriyê vê odeyê. Deriyê odeyê vekirin û 3 kesên cilên sivîl li wan û sê personelên girtîgehê ku wan nû dibînim, hatin ba min. Yekî ji yên cilên wan sivîl got, ‘em ji îstîxbarata leşkeran hatine, em dixwazinbi te re biaxivin’. Min jî got ez we nas nakim, tiştekî em ê li serê hevdîtin bikin tune ye. Daxwaza min a hevdîtinê bi we re çênebûye.”    'TIŞTEK WERE SERÊ MIN, ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSIYAR E’    Başaran di daxwaznameyê de anî ziman ku wî hevdîtinê qebûl nekiriye, paşde hatiye qawîşê û wiha got: “Min bi beşdariya SEGBÎS’ê xapandin. Min birin cem endamên MÎT’ê. Ev bêhiqûqî û bêqanûnî ye. Ev polîtîkaya tepisandinê ye. Heke ji niha şûn ve tiştek were serê min îdareya girtîgehê û yên min birin hevdîtinê berpirsiyar in. Ez nexweş im û nexweşî li min pîr bûne. Bi vê nêzîkatiyê zext li ser tenduristiya min kirine. Ji ber vê yekê ez giliyê vê yekê dikim.”