Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin 2023-03-24 12:39:30 ENQERE - Partiya Çep diyar kir ku dê di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin lê piştgirî û piştevaniya xwe ya bi tifaqê re bidomînin.    Partiya Çep helwesta xwe ya bo hilbijartinê eşkere kir. Endamê Lijneya Serokên Partiya Çep Îsmaîl Hakki Tombul ji Arti Gerçekê re axivî û da zanîn ku dê bi navê partiya xwe bikevin hilbijartinê.    Tombul, diyar kir ku di mijara hilbijartinan de bi HDP’ê re sê caran hevdîtin kirine lê lihev nekirine û wiha got: “Me ji tifaqê re got ku dê bi navê xwe bikevin hilbijartinan. Dê piştevaniya me ya bi Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP’ê re bidome. Em endamên vê tifaqê nînin û pêşniyarên wan me eleqedar nakin.”   Hat zanîn ku Partiya Çep di rojên pêş de bi Tifaqa Ked û Azadiyê re hevdîtinan bike û têkildarî helwesta xwe ya di hilbijartinê daxuyaniyê bide.