2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin 2023-03-24 12:48:11 ENQERE - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 2 sal in tu agahî nayên girtin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dabûn, 155 roj in serlêdana wan nayê bersivandin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin re ji 25’ê adara 2021’an vir ve agahî nayên girtin.    SERLÊDANÊN LI WEZARETÊ BÊ BERSIV IN     Li ser zêdebûna fikarên di raya giştî de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan di 20’ê cotmeha 2022’yan de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn, lê wezaretê ev 155 roj in bersiv nedaye.   Li dijî rewşa agahî negirtina ji Îmraliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo biçin Girava Îmraliyê di 30’ê mijdara 2022’yan de serî li wezaretê dabû. Di heman rojê de Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Edîrneyê tê ragirtin, ji bo ku li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê dabû. Lê serlêdan nehatine bersivandin.    NOBETA EDALETÊ     Li ser vê yekê parlamenterên HDP’ê bi daxwaza Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike di 21’ê kanûna 2022’yan de li ber Wezareta Dadê dest bi Nobeta Edaletê kir. Di roja duyemîn a çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Remziye Tosûn, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkûn di 22’yê kanûnê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê re serî li Wezaretê dabûn. Tevî çalakiya nobetê ya mehekê jî ji Wezareta Dadê tu bersiv nehat dayîn.   FIKARA EWLEHÎ Û TENDURISTIYÊ DIDOME   Parlamenterên HDP’ê destnîşan kirin ku tu bingeha hiqûqî ya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nîne û diyar kirin ku têkildarî şertên tenduristî û ewlehiyê yên Abdullah Ocalan ê 2 sal in agahî jê nayên girtin, fikar kûrtir dibin.    ‘WEZARET MECBÛRE BERSIVÊ BIDE’   Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Serhat Eren ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar diyar kir ku hêj serlêdan nehatine bersivandin û wiha got: “Hevserokên me yên Giştî û pişt re parlamenterên me serî li Wezareta Dadê dan. Wezaret mecbûre bersivê bide. Her wiha bi hezaran zêdetir serlêdanên parêzeran hene lê ji wan re jî bersivek nayê dayîn.”     MA / Firat Can Arslan