Parêzer li emniyetê hatin derbkirin 2023-03-24 13:37:12   ÎZMÎR - Parêzerên ku li Îzmîrê ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe yên di Newrozê de hatibûn binçavkirin çûn emniyetê, hatin derbkirin û gef lê hat xwarin.    Parêzerên şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê ji bo hevdîtina bi 3 miwekîlên xwe yên di pîrozbahiya Newrozê ya di 19’ê adarê de hatin binçavkirin, çûn Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê. Parêzeran da zanîn ku hatine derbkirin. Parêzeran têkildarî mijarê li avahiya Şaxa ÇHD’ê daxuyanî dan.    LI EMNIYETÊ HATIN DERBKIRIN    Rêvebera Şaxa ÇHD’a Îzmîrê Tugçe Nazli Akin got ku parêzerên çûyîn emniyetê, bi hinceta “protokol tê pêşwazîkirin” negirtine hundir. Akin, axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê yekê hevalên me yên parêzer jê re gotin ku nikare bên astengkirin û divê tev li îfadeyan bibin. Piştre jî cîhazê X-Ray û lêgerîn lê hat ferzkirin. Dema parêzerên me li dijî vê sepanê derketin, ji hêla hêzên ewlekariyê yên li ber derî ve hatin derbkirin. Hatin kaşkirin û derxistin derve. Dema parêzerek jê re dibêje; ‘ya ku hûn dikin îşkence ye’, peywirdarekî wiha jê re got; ‘Ez baş dizanim bê ka îşkence çi ye.’ Bi vê yekê gef li hevalê me xwar. Heta fermana dozgeriyê jî hevalên me negirtin hundir. Dema dê hevalên me bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikira, hêzên ewlekariyê yên hevalên me derb kirin hevdîtin asteng kirin û hewl dan dest danin ser nasnameyên wan. Dema hevalên me li dijî vê derketin, gef lê hate xwarin û jê re hat gotin dê nehêlin peywira xwe pêk bînin.”    'EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN’   Akin, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê van sepanan qebûl nekin. Em, têkoşîna li dijî vê zîhniyeta ku qanûnan binpê dike, sepanên keyfî diafirîne, îşkenceyê dike û gefan dixwe pir baş dizanin. Em ê destûrê nedin ku mafê parastinê yê miwekîlên me were binpêkirin û hevalên me bên astengkirin. Em ê bûyerê ji nêz ve bişopînin.”