Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe 2023-03-24 13:54:02   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê ev peyam da: “Hikûmet û Meclisa nû dê vê bûyerê ronî bike. Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 732’yan de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” daliqandin.    Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo ronîkirina komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin, gelek caran pêşnûme pêşkeşî Meclisê hatin kirin. Lê ev pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Hikûmeta nû tê avakirin û Meclis dê vê bûyerê derxîne holê. Dema parêzbendî ji holê rabû dê deriyê girtîgehê vebe.”