Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir 2023-03-24 13:57:33   ŞIRNEX- Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat ku serdana malbata Hasan Ûl ê Hezexê di şerê di navbera du malbatan de jiyana xwe ji dest da kir, ji malbatê re sersaxî xwest û banga aştiyê kir.   Li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê du malbatên ku ji ber erd li hev nekirin, nîqaş kiribûn û piştre jî bi şer ketibûn. Di encama şerê ku derketî de 8 kes birîndar bibûn û welatiyê bi navê Hasan Ul jiyana xwe ji dest dabû. Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, rêveberên Partiya Çep a Kesk, Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û MEBYA-DER'ê pêk dihat serdana malbata Hasan Ul ê ku di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da kir û sersaxî ji malbatê xwest.   ‘EM DIXWAZIN KU EV BÛYER MEZINTIR NEBE’   Di serdanê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, ji her du malbatan re sersaxî xwest û got ku pêwistî bi tifaqê heye û wiha axivî: "Li ser vê erdnigariyê gelê kurd bi salane tê qetilkirin. Tişta ku îro dilê me diêşine û me xemgîn dike bûyerên bi vî rengî ne. Bi taybetî jî li Botanê, li navçeya me ya Hezexê cihekî wiha bi rêxistinkirî, rûdana van bûyeran me xemgîn dike. Ji ber wê em ji her du malbatên xwe rica dikin ku ev bûyer û xemginiya me mezintir nebe. Em îro ji bo aramî û sukunetê li vir in. Birêz Ocalan bi salane di bin tecrîteke girankirî de ye. Lê belê di her hevditineke xwe de dibêje muzakere. Heke ku kesekî weke wî wisa bibêje divê ku em bi hêsanî pirsgirîkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Em ji malbatên xwe re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”   Piştî axiftina Ozturk, şandeyê sersaxî ji malbatê xwest.    Tê payîn ku şande dê di rojên pêş de serdana malbata din jî bike.