Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e 2023-03-24 14:31:57   ENQERE - Hevserokên Gitşî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar diyar kirin ku ew bi hedefa dê bi 100 parlamenteran di Meclisê de cih bigirin biçin hilbijartinê û piştevaniya kîjan namzetê serokkomariyê bikin jî dê di rojên pêş de eşkere bikin.    Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nirxandina xebatên hilbijartinê civiyan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin.    Bûldan û Sancar di civînê de axivîn. Sancar destnîşan kir ku wan tu demê li dijî lîstokên rejîmê amadekariyên xwe li paş nexistine. Bûldan jî got: “Em bi armanca ku bi 100 parlamenteran di Meclisê de cih bigirin, xwe ji hilbijartinê re amade dikin.”    Sancar da zanîn ku ew di hilbijartinê bi hemû rêxistinên xwe re di nava seferberiyê de bûn û bi piştevaniya bi milyonan gelê kurd û gelên Tirkiyeyê xebatrên alîkarî û piştevaniyê yên ji bo mexdûrên erdhejê kirine. Sancar anî ziman ku êşa wan mezin bû û hilweşîn jî giran bû û hê jî encama hilweşandinê jî didomin û bi piştevaniya seferberi hewl dan ku birînên xelkê xwe bipêçin û ji wan re bibin hêviya jiyanê û êşa wan aş bikin.    ‘BERPIRSÊ EWQAS QURBANIYAN EV PERGAL E’    Sancar destnîşan kir ku hevserokên wan ên bajarên herêmên erdhejê jî amade ne û bi taybetî hevserokê wan ê navçeya Bazarcixê ku di nava hewldanek mezin de bû di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye û wî bi bîr anî. Sancar anî ziman ku berpirsiyarê ewqas qurbaniyên zêde pergala rantê, kedxwarî, bertîl, nelirêtî ya îktidarê ye. Sancar diyar kir ku ew dikarin pergalek din, welatek nû û ferasetek nû bînin vî welatî û ji bo vê pergala nû bînin derketine rê.    ‘BIRYARDARIYA DI NEWROZÊ DE WÊ BIDOME’    Sancar destnîşan kir ku wan di qadên Newrozê de carek din dîtin ku Newroz roja destpêkek nû ye, vejînê û berxwedanê ye û got: “Di serî de gelê kurd, hemû gelên rojhilata Navîn bi kelecanê Newrozê pîroz kirin. Niha jî dora amadekariyên 1’ê Gulanê û 14’ê Gulanê ye. Em ê coş û biryardariya 8’ê Adarê û Newrozê veguhezînin 1’ê Gulanê û 14’ê Gulanê.”    ARMANCA WAN SEREKE EW E KU ÎKTIDARÊ TÊK BIBIN    Sancar bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got: “Tecrûbeyên me ji bo hilbijartinê hene. Divê em biçin cem gelê xwe û em parastina sindoqên xwe bikin. Em van xebatan ji nêz ve dişopînin. Hilbijartina 14’ê Gulanê pir dîrokî û girîng e. Her kes di ferqa vê yekê de ye. Ji bo em vê îktidara tanalker û şerxwaz bişînin, stratejiya me ya bingehîn heye. Têkoşîna me di her warî de bi biryardarî didome. Tevî hemû êriş û girtinan jî wê tu hêz û êriş nikaribe pêşiya me bigire.    TIFAQA KED Û AZADIYÊ - TIFAQA KURDISTANΠ   Em tifaqên xwe çêdikin. Tifaqa Ked û Azadiyê beriya niha hatibû avakirin û niha jî rêya xwe berfireh dike. Ji aliyê din ve xebatên avakirina Tifaqên me ya Kurdistanî gihiştine qonaxa dawî. Hem Tifaqa Ked û Azadiyê û hem jî Tifaqa Kurdistanî wê bibe motora vê tifaqa Demokrasî û Azadiyê. Dê bibe dînamîka diyarker a veguherîna demokratîk. Bi vê tifaqê re yekitiya me ya herî berfireh, guhertina tifaqa desthilatdariya demokratîk di bin sîwanek berfireh de tê komkirin. Belkî stûna herî bingehîn a tifaqa me hêza jin û ciwanan e. Me diyar kir ku em ê wekî HDP'ê nikaribin bikevin van hilbijartinan, lê hemû rêxistinên me bi ber çavgirtina van îhtîmalan xwe amade kirine. Em her tim li dijî hîle û lîstokên îktidar û rejîmê hişyar bûn û me tu carî amadekariyên xwe bi paş ve nexistin. Me ragihand ku em ê di van hilbijartinan de vê hêza mezin, dînamîzma mezin a ku me afirandiye û vîna guhertinê nîşan bidin. Me ev demeke kurt piştî ku dosyaya girtinê hat vekirin jî got, em ê tû carî gelê xwe bêçare nehêlin. Helbet em ê ji bo avakirina Rêya Sêyemîn alternatîfan biafirînin. Her wiha em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê.    BÛLDAN: EM Ê PIŞTEVANIYÊ BERFIREHTIR BIKIN    Hevserok Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku ew di qonaxek û heyamek dîrokî de derbas dibin û wiha axivî:    “Di vê heyama dîrokî de berpirsiyarî û wezîfeya me jî helbet giran e. Erdhejê barê me girantir kir. Helbet em ê barê herêmên erdhejê bidin ser milê xwe û em ê hewl bidin birînên gelê xwe bipêçin û her li cem gelê xwe bin.    EM Ê LI CEM GELÊ XWE MEXDÛR BIN    Bi hezaran mirov li herêmên erdhejê ne. Warên xwe terk nekirin. Em wek HDP’ê ji roja ewil ve li cem gelê xwe bûn û me xwest em hewl bidin hindik be jî birînên wan bipêçin û bikewînin. Hewcedariya mexdûrên erdhejê bi me heye. Li dijî îktidarê jî bi hêrs in. Me her piştevaniyê berfireh kir. Me 8’ê Adarê jî wek jina jinan veguherand piştevaniya jinên erdhejê. Em di hefteya 8’ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re bûn û ji bo me gelek watedar bû.    YEKITIYA BI MILYONAN KES A DI NEWROZÊ DE    Em ê ji niha şûn ve yekitiya xwe ya bi hêz û hevdîtinên xwe berfirehtir bikin. Her çiqas 8’ê Adarê û Newroz di atmosferek şînî de hatibe pîrozkirin jî dîsa jî hêvî da me. Li gelek navendan Newroz hat pîrozkirin û bi milyonan mirov kom bûn û bi peyamên xwe girîngiya yekîtiyê û hevkariyê nîşanî me dan. Di erdhejê de, di Newroz û 8’ê Adarê de ked û wezîfeya hevserokên me bajar û navçeyan zêde bû. Ez spasiya hemû hevserokên me û rêxistinên me dikim.    GIRÎNGIYA TÊKBIRINA ÎKTIDARÊ    Êdî me ketine heyama hilbijartinê. Em gav bi gav ber bi hilbijartinê ve diçin. Me jî biryar girt ku wek Partiya Çep a Kesk di hilbijartinê de cih bigirin. Ji bo em heyama pêşiya xwe teşe bikin, jiyana nû ava bikin û faşîzmê hilweşînin divê em vê îktidarê têk bibin.   PIŞTEVANIYA NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ?    Me nav diyar nekir. Lê ji bo bi awayek fermî me xebata hilbijartinê nedaye destpêkirin, me nav eşkere nekir. Piştî xebatên hilbijartinê bi awayek çalak dest pê bikin, em ê di mijara Serokkomariyê de piştevaniya kîjan namzetî bikin, em ê çend roj şûn ve eşkere bikin. Bi qasî hilbijartina serokkomariyê helbet hilbijartina parlamentoyê jî girîng e.    ARMANCA ME 100 PARLAMENTER E   Di sedsala duyemîn a komarê de em bi dirûşm û hedefa bi 100 parlamenteran xwe ji vê hilbijartinê re amade dikin. Ji bo ku her kes di Meclisê de were temsîlkirin divê em têkoşînek xurt bikin. Em ji bo siberojek ku her tiştî mîsoger bikin, divê em bi hêz bikevin parlamentoyê.    TEMSÎLIYETA WEKHEV    Helbet tesmîlyeta wekhev a parlamentoyê girîng e. Me girîngî pê dît ku pergala fermuarê bikeve meriyetê. Temîsileyata jinan ji bo partiya me xwedî rolek girîng e. Dema lîste bên çêkirin helbet wê ev girîngî jî li ber çavan bê girtin. Bi kurtasî ji niha şûn ve berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan û hemû hevserokên me bajaran û rêxistinên me. Rêya me vekirî be.”