Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr 2023-03-24 15:37:53 AMED - Serokê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Enver Akman ê siyasetmedarên kurd ên weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ceza kirin, bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr.    Serokê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Enver Akman ku ji ber di dozên siyasetmedarên kurd de her tim mudaxileyê parastinê dikir, ji ber rexneyên ji sînorê jor ceza dide û bêalîbûna xwe winda kiriye, hema hema di her rewşê de bi daxwaza redkirina dadger re rû bi rû maye, bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Amedê. Akman ê hate hilbijartin bi dayîna cezayên giran ên ji siyasetmedarên kurd re bal kişand ser xwe.    JI MIZRAKLI RE CEZAYÊ GIRAN BIRÎ   Akman, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin re 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê birî. Cezayê hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji ber lêkolîna kêm hate xerakirin.    JI GOKKAN RE 30 SAL CEZA   Dadgeha ku Akman serokatiya wê dikir û bi helwestên neyînî bal kişand ser xwe ji Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan re bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 2 car û “propagandaya rêxistinê” 30 sal ceza birî. Dadgeha Bilind cezayê ji “propagandaya rêxistinê” hate birîn zêde dît û xera kir û her wiha lêkolîna birîna 2 caran cezayê ji endamtiya rêxistinê jî didome.    JI GUVENÊ RE 33 SAL Û 10 MEH CEZA BIRÎ   Dadgeha ku serokatiya wê Akman dikir, ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji asta jor 14 sal û 3 meh, du caran jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 4 sal bi komî 22 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê bi ceza re derbarê Guvenê de biryara girtinê da. Ji aliyê heman dadgehê ve ji ber 6 axaftinên cuda derbarê Guvenê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate birîn. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran bi komî 33 sal û 10 meh cezayê hefsê li Guven birî. Lêkolînê temyîzê ya di dozên Guvenê de didome.    JI ALOKMEN RE JI ASTA JOR CEZA HATE BIRÎN   Heman dadger, ji Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Hulya Alokmen re ji asta jor ceza birî.  Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji Alokmen re 10 sal û 6 meh cezayê hefsê birî û biryara girtinê da. Doza Alokmen li Dadgeha Bilind e.    DÊ ÎTÎRAZÊN HILBIJARTINAN DE BIKARE BÊALÎ BE?    Akman ku li dijî biryarnameya tayînkirinê ya dadger û dozgeran bi dilxwazî biryara mayîna li Amedê da, di dozên siyasetmedarên kurd jê tên darizandin de hemû daxwazên siyasetmedar û parêzeran tê zanîn û tê payîn ku Akman ji niha ve nerazîbûnên gengaz ên siyaseta kurd ên li dijî bêhiqûqiya ku dibe di pêvajoya hilbijartinê de rû bide, red bike.