Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir 2023-03-24 16:44:14 ENQERE - Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe ya tifaqa hilbijartinê pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind kir.    Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo hilbijartinê zend û bendê xwe girê da. Tifaqê protokola xwe ya hilbijartinê pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kir. Ji Partiya Çep a Kesk Dursun Bektaş, ji Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Eren Gonen ku wê di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de biçin hilbijartinê, protokola hilbijartinê li ser navê partiyên xwe pêşkêşî YSK’ê kirin.  Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê parlamenter Mehmet Ruştu Tiryakî jî li gel nûnerên her sê partiyan çû YSK’ê.    Protokol ji aliyê nûnerê partiyên û YSK’ê Ahmet Yener ve hat îmzekirin. Yener piştre pênûs diyarî nûnerên partiyan kir.    Nûnerê partiyan piştî ku protokola xwe pêşkêş kirin ji avahiya YSK’ê veqetiyan.