Li Belucistanê protestoya înê 2023-03-24 16:44:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Îran û Rojhilat di meha 7’an de berdewam dike. Gelê beluc weke her înê di vê înê de jî rejîm protesto kir.    Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku di 16’ê îlonê de piştî qetilkirina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan dest pê kir, di meha 7’an de berdewam dike.    Li bajarê girêdayî Sistan-Belucistanê piştî nimêja înê çalakî hatin lidarxistin. Hikûmeta Îranê di bin navê “tevdîrên ewlehiyê” de zextekî giran li ser gel dike lê tevî vê yekê jî gel daket kolanan û rejîm protesto kir. Li bajarên Khash, Rusk, Zahidan û Belucistanê bi hezaran kes daketin kolanan û dirûşma “Ev peyam dawî ye. Tevahiya pergalê di hedefa me de ye. Yê ku xwişk û birayê min dikuje ez jî dê wî bikujim” berz kirin. Çalakvanan da zanîn ku dê çalakiyên xwe bidomînin.