Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya 2023-03-24 16:47:32   MELETÎ - Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî ku xesareke zêde gihiştibûyê xwe bi xwe hilweşiya. Tê îdiakirin ku welatiyek di bin kavil de maye.    Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî ku xesareke zêde gihiştibûyê hilweşiya. Li Meletiya ku ji erdhejên li Mereşê çêbûn bi bandor bû hilweşîna avahiyan didome. Îro jî li Taxa Koyûncûoglû ya navçeya Çermîktî ya Meletiyê Apartmana Sezer a 5 qatî xwe bi xwe hilweşiya.    Tîmên agirkujiyê, AFAD û ÛMKE’yê sewqî cihê kavilê avahiyê hatin kirin. Hate îdiakirin ku welatiyek di bin kavilî de maye. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam kir.