Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir 2024-03-26 16:40:47   AMED - Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel ku ji doza “heqaret li serokkomar kiriye" dihat darizandin, ji dozê beraet kir.    Der barê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Çaglar Demîrel de bi hinceta gotinên wê yên “Qesr li ber Îsraîl û Rûsyayê çok datîne û lavahiyan dike” bi îdiaya “Heqareta li serokkomar kiriye” doz hate vekirin. Demîrel tev li danişîna li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hatiye lidarxistin nebû. Parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    Dozger îdia kir ku di gotinên Demîrelê de “Gotinekî ku rûmet û şerefa serokkomar biçûk bixe nîn e” û mutalaya xwe ya danişîna berê dubare kir û beraeta Demîrel xwest. Parêzer Çelebî jî diyar kir ku ew tev li mutalayê dibe û gotinên xwe yên dema berê dubare kir.     Dadgehê jî di çarçoveya mutalaayê de biryara beraetê da.