Li Hezexê şahiya gel 2024-03-26 22:48:30   ŞIRNEX- Li Hezexê şahiya gel hat lidarxistin. Di şahiyê de hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û got: "Heta 31’ê adarê em derî bi derî bigerin û rayekê zêde bikin."   Li taxa Tûrgût Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şahiya gel li dar xist. Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan, parlamantera bajêr Newroz Ûysal Aslan, namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Dogan Adibellî û Turkan Kayir tev li şahiyê bûn.    Di şahiya gel de Hevderdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Doganç ji gel daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û got: "Hezex bi biryar e, sekn û tekoşîna Hezexê gelek caran dîrok nivîsandiye. Loma tirs ketiye dilê wan. Yê ku ji hêza we û hêza me ditirsin çi dikin? Hîleyan dikin, dek û dolaban dikin. Dibêjin qey kurd şiyar nebûne, dibêjin ku wê dîsa karibin kurdan bixapînin lê kurdên ku hûn bixapînin tune ne. Ew kesên ku dizanin nikarin vîna me teslîm bigirin çi dikin? Bi hîleyan dixwazin vîna kurdan desteser bikin, lê bila baş bizanin kurdeke ku ew bixapînin nîn e û nemaye. Em li vir dibêjin dem dema Jin jiyan azadiyê ye. Dema xwedî derketina hebûna xwe ye. Em raya xwe didin xwe, didin hebûna xwe, nasnameya xwe. Divê ku herkes heta 31’ê Adarê xwedî li vîna xwe derkevin û yek keseke ku em qaneh nekin nehêlin. Heta 31’ê Adarê em derî bi derî bigerin û rayakê zêde bikin. “   Pişti axiftinan şahî bi stranên ku Koma Hezex domandin. Şahî bi govend û durûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.