Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2024-03-26 23:59:07   RIHA - Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral piştî 30 salan ji girtîgehê derket.    Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral (50) piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Vûral ku di lîsteya girtiyên nexweş de bû, di sala 1994'an de gava 20 salî bû hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Vûralê ku nexweşîna prostat, astim, fitiq û KOAH'ê pê re hebû, ji Girtîgeha Tîpa T a Kirşehîrê derket.    Li ber girtîgehê Vûral ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Vûral û malbata xwe li têketina navçeya Wêranşar a Rihayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.