ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-27 09:00:03   * Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb ku têkildarî pergala rêveberina şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bi lêv kir ku ew li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê bi rê ve dibin û bi pergala hevserokatiyê xweseriya jinê esas tê girtin.      * Malbatên Roboskê bang li her kesî kirin ku di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin û gotin: "Her raya ku ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare. Dema hûn raya xwe biavêjin komkujiya Roboskê bînin berçavên xwe."    * DAIŞ, piştî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê, li Rûsyayê ji 139 kes qetil kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku DAIŞ bi êrişan dixwaze bigihêje weziyeta xwe ya beriya 2015'an.    * AKP'yiyên ku tirsa şaredarî têkeve destê DEM Partiyê xwe lê girtiye, bi beranberî "soza dengdanê" dest bi belavkirina kartên marketê yên danûstendinê kir.    * DEM Partî ku armanc dike qeyûman ji Kurdistanê bişîne û deverên bi ferqeke biçûk bi dest nexistibû bi dest bixe, ji herêma Egeyê bi hezaran hilbijêrên xwe dişîne bajarên wan.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinê Navenda Jinê ya Selîsê salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî.    * Parastvanên mafan diyar kirin ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê binpêkirina mafê mirovan e, şandina pereyan a ji bo girtiyan maf e û dê piştevaniya xwe bidomînin.    * DEM Partî dê li gelek bajaran bi gel re hevdîtinê pêk bîne û şahiya ciwanan li dar bixe. (10.00-20.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Qersê, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Çewligê; Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî li navçeya Qereyazî ya Erziromê dê tev li mitîngan bibin. (11.00-13.00-10.00) ZINDΠ   * ÎHD têkildarî serdana CPT’yê ya Tirkiyeyê û nameya ji CPT’yê re şandine dê li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)    * Şaxa OHD’a Stenbolê rapora salekê ya têkildarî Girtîgehên Marmarayê amade kiriye dê li avahiya komeleya xwe ya li Beyoglûyê aşkere bike. (13.00)    * Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo balê bikişîne cînayetên jinan dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyê bide. (18.30)