AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye 2024-03-27 09:00:11   KOCAELÎ - AKP'yiyên ku tirsa şaredarî têkeve destê DEM Partiyê xwe lê girtiye, bi beranberî "soza dengdanê" dest bi belavkirina kartên marketê yên danûstendinê kir.    Tê payîn ku li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê hilbijartinên 31'ê Adarê bi keftûleft derbas bibin. Şansê AKP'ê yê ku bi salan e şaredarî di desta de ye, li gor hilbijartinên berê kêmtir e. Îhtîmala serketinê ya namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mustafa Avcî û Şevîn Coşkûnê zêde ye.    AKP'yî ji tirsa windakirinê, li bajêr dest bi belavkirina bertîlê ya hilbijartinê kirin. Hat hînbûn ku hin AKP'yî derî bi derî digerin û bi beramberiya "soza dengdanê" kartên marketê belav kirine.   ‘HÛN Ê DESTÊ XWE LI QURANÊ BIXIN KU HÛN Ê DENGÊ BIDIN AKP'Ê'   Zeynep Ertûş a ku AKP'yiyan teklîf jê re kir, bûyera hatiye serê wê vegot. Ertûşê ku li Taxa Tûrgût Ozalê dijî, diyar kir ku dema diçû malê rastî AKP'yiyan hatiye û wiha got: "Dema ez ji çarşiyê vedigeriyam malê, min dît ku kesek tê ber derî. Ev kesên ku wê kêliyê min nizanibû AKP'î ne, karteke BÎM'ê ya 500 TL'yî dirêjî dêya min kirin û gotin, 'hûn ê biçin ji xwe re pê danûstendinê bikin.' Piştre çekeke hezar lîreyî dirêjî min jî kirin. Dema min her du kart wergirtin gotin, 'Hûn ê destên xwe li Quranê bixin ku hûn ê raya xwe bidin me.'"    KART NEDAN   Ertûşê anî ziman ku wî bi gotina "namûs ne ya firotinê ye, em dengê xwe nadin we" bertek nîşan daye û got ku li ser berteka wî AKP'yiyan qert nedane û bi heman armancê li deriyên hin malên din xistine. Ertûş got: "Di her hilbijartinê de karê bi vî rengî dikin. Heta êvara hilbijartinê jî diçin taxan û ne tenê qerta marketê, pereyan jî teklîf dikin."    Ertûşê da xuyakirin ku gel ji rêveberiya AKP'ê ne razî ye û got: "Êdî bi budçeyeke wiha nikarin tiştekî bi dest bixin."   MA / Îbrahîm Irmak