Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe 2024-03-27 09:00:30   ÎZMÎR - DEM Partî ku armanc dike qeyûman ji Kurdistanê bişîne û deverên bi ferqeke biçûk bi dest nexistibû bi dest bixe, ji herêma Egeyê bi hezaran hilbijêrên xwe dişîne bajarên wan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran xebatên ji bo hilbijarên li dûrî bajarên xwe didomîne.    Wê li bajarên Egeyê hilbijêrên livdar ku bi hezaran serlêdan kirine, ber bi bajarên wan ve bên şandin. Li Egeyê bi taybetî kesên ji Wan, Qers, Îdir û Mêrdînê gelek kesan serlêdan kiriye û dê heya 29'ê Adarê hilbijêr bên şandin.    Berdevka Komîsyona Hilbijêrên Livdar ya DEM Partiyê ya Herêma Egeyê Tulîn Tumerê diyar kir ku tenê li Îzmîrê zêdeyî hezar serlêdan hene û hîn jî hilbijêr serlêdanê dikin. Tumerê diyar kir ku wan ji bo hin bajaran bilêtên otobusan kirîne û got ku wê ji bo Wan, Agirî, Îdir û Qersê otobusan peyda bikin. Tumerê diyar kir ku bi taybetî ji bo Agirî û Wanê serlêdan hene û wiha got: "Ên Mêrdîn û Amedê jî zêde ne. Vê hefteyê me giraniya xebata xwe tenê da ser vê yekê. Rêxistinên me yên navçeyan derî bi derî digerin û serlêdanan hilbijêrên livdar tomar dikin. Her wiha em bi otobusên xwe yên hilbijartinê jî vê yekê anons dikin. 29'ê Adarê roja dawî ye. Lê ji bo kesên ku şert û mercên wan ên taybet hene û nikarin destûrê ji cihê kar bigirin jî em ê wan di 30'yê Adarê de serê sibehê bişînin."    'XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN'   Tumerê bi bîr xist ku desthilat leşker û polîsan wekî hilbijêr veguhastine bajarên Kurdistanê û got: "Li hemberî vê yekê me xebatek plan kiribû. 110 herêmên me yên pîlot hebûn, me ev yek berfireh kir. Ji bo 2 herêman me lêkolîneke taybet kir. Ji bo em deverên u qeyûm tayinî wan hatine kirin bi dest bixin û deverên ku bi rêjeyeke biçûk ji dest me çûn bi dest bixin, 2 meh in em bi taybetî dixebitin. Teqez em ê van deran bi dest bixin. Lewma banga me ji bo kesên ku wê li wan deran dengên xwe bi kar bînin, bila biçin warê xwe û dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin."    'XEBAT LI HEMÛ NAVÇEYAN DIDOME'   Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Îzmîrê Onder Aktaş jî diyar kir ku serlêdan zêde bûne. Aktaş bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Kurdistanê û got ku desthilat ji xeynî polîtîkaya qeyûmê, li bajarên kurdan hilbijêrên sexte tomar kirine. Aktaş diyar kir ku desthilat dixwaze bi rêbazên çêkirî vîna hilbijêran biguherîne û got: "Pêvajoyeke girîng e, her wiha hewl didin vîna gel binpê bikin. Ji bo vê jî divê gel hestiyar be. Em hilbijêrên livdar dişînin bajar û gundên kurdan. Em wan dişînin bajar û navçeyan."    Aktaş diyar kir ku ew ê nehêlin vîna gel bê desteserkirin û got: "Îzmîr bajarekî zanîngeh, çandinî û tûrîzmê ye. Dema me van komîsyonan li navçeyan ava kir, me bi taybetî ev der ji xwe re kirin armanc. Em li Bûca û Bornovayê ji bo xwendekarên zanîngehê, li Menemen, Torbali û Odemîşê ji bo karkerên çandiniyê, li Karabûrûn, Guzelbahçe, Ûrla, Çeşme û Foçayê ji bo karkerên turîzmê dixebitin. Em ê di hefteya dawî de li ber zanîngehan û wesayîtên gihaniya giştî standan vekin."    MA / Semra Tûran