Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk 2024-03-27 09:01:01   RIHA - Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb ku têkildarî pergala rêveberina şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bi lêv kir ku ew li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê bi rê ve dibin û bi pergala hevserokatiyê xweseriya jinê esas tê girtin.      Piştî di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir gelek hezên paramîlîter jî li herême derketin holê. Bi derketina şerê navxweyî re gelek welatî hatin qetilkirin û gelek jî neçar man ku ji xaka xwe koçber bibin. Li rojavayê Kurdistanê jî kurd ji bo parastina bajarê xwe rabûn ser pêyan û xweseriya xwe ava kirin. Hezên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berxwedaneke dîrokî li Kobanê DAIŞ'ê têk birin û piştî wê rojê pêngaveke nû li rojavayê Kurdistanê ku wekî "Şoreşa Rojava" tê binavkirin dest pê kir. Bi destpêkirina wê pêngavê re kurdan li bajarên xwe xweseriya xwe ava kirin û dest bi xwebrêveberinê kirin. Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ya li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku demokratîkbûyîn, ekolojî û azadiya jinê esas digire, hatin reşandin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk li her qadên jiyanê li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên jinûveavakirinê hatin destpêkirin. Ji van xebatan yek jê jî, xebatên jinûveavakirina bajaran bûn. Ji bo jinûveavakirina bajaran jî xebatên binesaziyê hatin kirin û ji bo rêveberina bajaran jî pergala şaredariyê hat avakirin. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku giredayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk in bi şêwaza Hevserokatiyê û li ser fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk tên birêveberin. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku heta niha 2 caran ji bo wan hilbijartin pêk hatine, bi hevpeymana civakî ya nû re pergala şaredariyan jî guherî. Bi hevpeymana nû ya şaredariyan re yekîtiya şaredariyan wê bê ava kirin û piştî hilbijartinên di bê de ev hevpeyman wê bikevê meriyetê.    Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb, pergala şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    PERGALA ŞAREDARIYÊ   Silêman Ereb da zanîn ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 caran hilbijartin pêk hatine û di hilbijartinan de meclisên şaredariyê tên hilbijartin û di dema pêş de li gor hevpeymana civakî ya nû wê pergala şaredariyê biguhere. Ereb, bi lêv kir ku di hilbijartinên pêş de ev hevpeyman wê bikevê meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hevpeymana civakî ya nû de yekitiya şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê pêk were û di hibijartinên bê de ku wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin her şaredarî wê meclisên we cuda bin. Li her kantoneke jî yekitiya şaredariyan wê were avakirin û ew yekitiya wê bibe temsîla hemû şaredariyan. Du salan carekê jî hilbijartin wê pêk werin û encuman û hevserokên şaredariyê wê bên diyarkirin. Amadekariyên vê yekê jî niha tên kirin ku ev hilbijartin bên lidarxistin. Ev hilbijartin wê bibin qonaxeke guherîn û veguherinê hem ji aliyê demokrasiyê hem jî ji aliyê xizmetê ve. Bangawaziya me li gelê me ev e ku beşdarî hilbijartinan bibin."    'XWESERIYA JINAN HEYE'   Bi domdarî Ereb anî ziman ku ew di rêvebirina şaredariyan de pergala hevserokariyê esas digrin û wiha got: "Di rêveberina şaredariyan de pergala hevserokatiyê û xweseriya jinan esas tê girtin. Li seransarî Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû şaredarî bi pergala hevserokatiyê tên rêveberin. Ev fikir û hişmendiya me ye, di heman demê de jî mijara têkoşînê ye. Di hemû sazî û şaredariyan de jin di her warî de biryarên xwe bi xwe digirin. Ev pergal li vir rûniştiye û di nav pergala şaredariyan de jî bi rek û pêk dimeşe. Her wiha projeyên taybet ên jinan hene û  der barê vê de di nava xebatên şaredariyê de xweseriya jinan heye."   'HEMÛ NETEW BI RENGÊ XWE DI ŞAREDARIYÊ DE CIH DIGRIN'   Ereb destnîşan kir ku ew li gorî fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê dimeşînin û wiha pê dê çû: "Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya Neteweya Demokratîk esas digre û li ser vê esasê di civakê de pêkanîna wekhevî, edalet û beşdarbûna hemû pêkhateyan mijara sereke ye. Pergala azadiya jinê ku di nava pergala Neteweya Demokratîk de hêmaneke bingehîn e û her wiha ekolojî jî me di pergala şaredariyan de daye avakirin û ew pergal niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve diçe. Ev pergal ji cîhanê re jî dibe mînak. Di hemû şaredariyên me de hevserokên wê yek kurd e û yek suryan e, an jî ereb û kurd e, tirkmen û ereb e û hemû şaredarî bi vî awayî ne. Hemû netew bi rengê xwe beşdarî rêveberina şaredariyan dibin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin pergala li gor Neteweya Demokratîk niha li tê meşandin."   'DERIYÊN ŞAREDARIYÊ JI GEL RE VEKIRÎ NE'   Ereb, diyar kir ku ew di rêveberina şaredariyê de gel esas digrin û gel jî tevlî xebatên şaredariyê dikin. Ereb axaftina xwe wiha domand: "Her 3 mehan carekê di hemû şaredariyan de civînên gel tên lidarxistin û rapora giştî ya şaredariyê tê xwendin û şaredariyê çi xebat meşandibin tên aşkerakirin. Çi derfetên wê hene, çi kiriye û çi pirsgirêkên wê hene bi giştî bi gel re tê parvekirin. Her wiha di van civînan de rapora malî ya şaredariyê jî tê xwendin û çiqas pere hatine, çi qas ji bo çi hatiye xerçkirin û di sindoqa şaredariyê de çiqas pere heye bi awayekî şefaf bi gel re tê parvekirin. Her wiha pirsgirêk û daxwazên gel jî di van civînan de tên nîqaşkirin. Deriyên hemû saziyên şaredariyê ji gel re vêkirî ne û gel bi rihetî tê li wir pirsgirêk, daxwaz û giliyên xwe dibêjin."   PROJEYÊN TAYBET ÊN JI BO ZAROKAN   Ereb, anî ziman ku ji bo zarokan û ciwanan jî xebatên şaredariyê bi awayekî rêkûpêk berdewam dikin û ev tişt gotin: "Der barê ciwanan û zarokan de jî xebat û projeyên şaredariyê tên meşandin. Her wiha di nava xebatkarên şaredariyê de jî piraniya wan ciwan in. Taybet ji bo zarokan jî salek berê me navenda zarokan ava kir. Bi armanca zarok li kolanan nemînin û zarok bê xwedî nemînin, ji bo vê yekê jî me navendek li vir ava kir. Ev navend hemû pêdiviyên jiyanî yên zarokan peyda dike. Ewlehî, cih û war, xwarin û hemû pêdiviyên zarokan di vê navendê de tên dabînkirin. Ji bo zarokên biçûk ku dê û bavên wan xebatkar in, jî li seranserê herême navend hene ku zarokên xwe li wir bihêlin."    HILBIJARTINÊN BAKURÊ KURDISTANÊ: DENGÊ XWE BIDIN XWE   Di dawiya axaftina xwe de Ereb bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ku wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên li darxistin û  ev tişt anî ziman: "Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di demeke kin de hilbijartin wê bên lidarxistin. Banga me ji gelê me yê bakurê Kurdistanê ew e ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin xwe ku em xwe bi rê ve bibin. Bi rêya van hilbijartinan em kesên walatparêz û kurdewar ku xizmetê ji gel re bikin hilbijêrin. Li dijî pergala desthilatdar ku qeyûman tayin dikin şaredariyan, rojane gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtikayên guherandina demografiyê em xwedî li siyaseta xwe ya demokratîk derkevin."     MA / Mahmût Altintaş