Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare 2024-03-27 09:01:40   ŞIRNEX- Malbatên Roboskê bang li her kesî kirin ku di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin û gotin: "Her raya ku ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare. Dema hûn raya xwe biavêjin Komkujiya Roboskiyê bînin berçavên xwe."    Ji hilbijartinên 31'ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê re tenê çend roj man. Partiyên siyasî li qadan xebatên xwe didomînin. Desthilata AKP'ê vê carê jî armanc dike ku bi heman rêbazan şaredariya navçeya Qilabanê bi bicihkirina hilbijêrên ji derve şaredariyê dîsa xesp bike.    Dayikên Roboskê ku di 28'ê kanûna 2011'an de li Roboskê 34 zarokên wan ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, bang li herkesî kir ku deng nedin kujerên zarokên wan.   'HER RAYA JI AKP'Ê RE DIÇE DÊ WEKÎ ÇEK LI SER SERÊ ME BIBARE'   Dayika Serhat Encu, Halime Encuyê bi lêv kir ku her raya ku ji AKP'ê re biçe erêkirina şer û komkujiyan e û wiha axivî: "Kesê ku wijdana wî heye dê raya xwe bide xwe. 34 zarokên me perçe perçe kirin, qetilkirin. Kezeba me şewitandin. Kesê ku wijdana wî heye dê raya xwe bide xwe nade AKP'ê. Çimkî wijdana AKP'ê nîn e, AKP zalim e. AKP her tim komkujiyan dike. Em dibêjin aştî, wekhevî, biratî, bila bes komkujî çêbibin. Ev 50'î sal in komkuji heye, zilm heye, alozî heye. Zarokên me hemû ji ber vê bêaramiyê reviyan, koçberî Ewropayê bûn. Ji ber wê bila tu kes raya xwe nede zilmê û zilimkaran. Bila raya xwe nedin ew kesên ku her roj li ser serê me komkujiyan dikin."   Dayik Encuyê bang li dengdêran kir ku gava çûn ser sindoqê bila destê xwe deynin ser wijdana xwe û got: "Kê ev tişt anî serê zarokên me, AKP'ê anî serê wan. Bila her kes destê xwe bide me bila zarokên me bes bên qetilkirin. Me zarokên xwe mezin kirin lê me pêşeroja wan nedît. Her raya ku me daye AKP'ê, AKP kir tang, kir top, kir fîşek, kir helîkopter û anî bi ser serê me de barand. Êdî bes e. Her kesê ku wijdana wî heye bila dengê xwe nede AKP'ê. Dema ku raya xwe diavêjin bila Roboskê bînin ber çavên xwe. Li Roboskê rayek jî ji AKP'ê re biçe eyb û şerm e."   'BILA KOMKUJIYA ROBOSKÊ, JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ BÎNIN BÎRA XWE'   Dayika Nadir Alma, Azime Almayê jî daxwaz kir ku bila kurdek ji raya xwe nefiroşe û got ku bila her kes dema ku raya xwe diavêje destê xwe deyne ser wijdana xwe û wiha got: "Hûn zêran û dolaran bidin yekê tirk raya xwe nade partiya kurdan. Ji ber wê bila gelê kurd dema ku di 31'ê Adarê de dengê xwe avêtin, bila komkujiya Roboskiyê bînin ber çavên xwe, bila jêrzemînên Cizîrê bînin ber çavên xwe, bila Nisêbîn, Şirnex û Amedê bînin berçavên xwe. Em çima raya xwe bifiroşin? Firotina rayê şerm û eyb e. Bila em destê xwe deynin ser wijdana xwe û raya xwe biavêjin. Bila kesek xwe nefiroşe. Bila gelê kurd guh nede plan û derewên xelkê. Bila kurd xwe ji bin bindestiyê derxin. Êdi ciwanên kurd li Tirkiyeyê nemane hemû çûne Ewropayê. Tenê ji mala min 7 kes çûne xeribiyê. Hemû jî ji ber vê zilmê û aloziyê diçin. Heke ku rewş baş bûya ma ciwan diçûn? Ji ber wê ev hilbijartina ku pêşiya me de tê li dar xistin de bila herkes destê xwe dane ser wijdana xwe û raya xwe bide xwe. Bila em êdî ji bin vê zilmê derbikevin. Selahattin Demirtaş ev çend sal in bêhiqûqî tê girtin, ev 25 sal in ji serokê me agahî tune ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Em dibêjin ji zilmê re, ji komkujiyê re bese. Bila herkes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derbikeve. Bila nehêlin ku rayê me dîsa bên dizin û xwedî li îradeya xwe derbikevin."    'EM Ê ÇAWA RAYA XWE BIDIN AKP'Ê'   Dayika Şervan Encu Leyla Encuyê jî got ku her raya ku ji AKP'ê re diçe dê weke, çek li gelê kurd vegere û ev tişt anîn ziman: "Desthilata AKP'ê heta niha gelek tişt anîn serê me. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de bimîne em raya xwe nadinê. Bila her çar perçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan, bila bibin yek. Em ê çawa raya xwe bidin AKP'ê? Heta ku dinya hebe, raya me ya me ye. Berê kurdan raya xwe didan AKP'ê, lê ew çax derbas bû. Ji ber vê desthilatdariya heyî aloziyeke mezin heye welat, gel birçî ye, kes nikare debara xwe bike. Ji ber vê aloziyê her roj ciwanek xwe dikuje. Em rayê bidinê ew ê bombeyan li ser serê me bibarîne. Em ê wê rayê bidin xwe. Ji bindestiyê re êdî bese. Bila ti kes raya xwe nede AKP'ê."    'RAYÊN XWE NEFIROŞIN'   Dayika Cemal Encu, Hazal Encuyê jî got ku divê ku kurd xwedî li raya xwe û vîna xwe derkevin û got: "Divê em raya xwe nefiroşin, em bidin xwe. Divê em bi ser bikevin û şaredariyên xwe em xwe bi xwe bi rê ve bibin. Heta niha me kurdan bi çavên xwe gelek komkujî dîtin. Ev komkujiya Roboskiyê çêbû, lê ev çend sal derbas bûn hêj edalet nehatiye Roboskê. Divê ku em wê komkujiyê bînin berçavên xwe. Divê ku em ev neheqiya ku li me hatiye kirin ne daûrin. Niha tenê ev raya destê me de ye û divê em nefiroşin."   MA / Zeynep Dûrgût