Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an 2024-03-27 09:04:02   ÎZMÎR - DAIŞ, piştî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê, li Rûsyayê jî 139 kes qetil kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku DAIŞ bi êrişan dixwaze bigihêje weziyeta xwe ya beriya 2015'an.    DAIŞ a ku di sala 2015’an de piştî têkçûna xwe ya li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her çû qels bûbû, lê bi êrîşên xwe yên vê dawiyê cardin di rojeva cîhanê de ye. DAIŞ’ê di 22’yê Adarê de êrişî salona konserê ya bi navê "Crocus City Hall" a li Moskowê kir û 3 jê zarok 139 kes kuştin. Di êrişê de 182 kes birîndar bûn.   Bi bûyera dawî re êrişên DAIŞ’ê careke din bûn rojeva raya giştî. DAIŞê bi taybetî di mehên dawî de êrişên xwe zêde kirine. DAIŞê di navbera Sibat û Adarê de herî kêm 195 kes li Sûriyeyê qetil kirin. Di destpêka meha Adarê de li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî kesên ku kivarkên çolê kom dikirin kiribû û 2 kes kuştibûn. Êriş û tevgera DAIŞ'ê bi vê yekê re sînordar nîn e; her wiha di mehên dawî de gelek êriş li dijî artêşa Iraqê jî pêk anîne.   ‘TIRKIYE WEKÎ PIYON TÊ BIKARANÎN'     Rojnameger Cîhan Bîlgîn çalakî û êrişên DAIŞ'ê yên dawî nirxandin.    Bîlgîn anî ziman ku DAIŞ dîsa hewl dide xwe bi hêz bike û daxuyaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li ser DAIŞ'ê bi bîr xistin. Bîlgîn da zanîn ku tevî daxuyaniyên QSD'ê hêzên navneteweyî gavên cidî neavêtine û got: "DAIŞ bi vê yekê cesaretê dide. Ev nêzîkatiya hêzên navneteweyî, qadee zêde ya liv û tevgerê ji DAIŞ'ê re diafirîne û bi vî awayî xw ebi rêxistin dike diçe deverên din ên cîhanê. Êrişa li Moskowayê jî nîşan dide ku hêzên navneteweyî DAIŞ'ê kontrol dikin."   Bilgin destnîşan kir ku hin hêz DAIŞ'ê wekî piyon bikar tînin û got: "Herî zêde Tirkiye vê dike. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Moskowayê hatin girtin, ji Tirkiyeyê derketine. Bi vê yekê derket holê ku DAIŞ berdevkê Tirkiyeyê ye. Bi şerê Kobanê re û bi dagirkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliya DAIŞ'ê ya bi Tirkiyeyê re hat belgekirin. Gelek endamên DAIŞ'ê di nava ASA'yê (OSO de hene. Bi taybet li herêmên dagirkirî tên perwerdekirin."   ‘EV ÊRIŞ NE TESADUF E'   Bilgin diyar kir ku DAIŞ dixwaze vegere hêz û weziyeta xwe ya beriya sala 2015'an û got: "Tirkiye plana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet herêma Tel Rifat dike. Tirkiye bi vê êrişa li Moskovayê dixwaze şantajê li Rûsyayê bike. Ji lew re ji bo karibe êrişî van deran bike divê Rûsya erê bike. Di van demên dawî de dê hevdîtineke Erdogan-Pûtîn wê pêk bihata, lê ev hevdîtin hat taloqkirin. Tirkiye nêzî DYA'yê bûye û ev jî, hevsengiyê xera kir. Ez difikirim ku ev êriş dibe ku şantaj be."   'TALÛKEYEKE MEZIN E'   Bîlgîn bal kişand ku operasyonên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj li dijî DAIŞ'ê dewam dikin û operasyonên berfireh ên di demên dawî de li dijî DAIŞ'ê hatine destpêkirin bi bîr xist. Bîlgîn got: "DAIŞ dixwaze li herêmên wekî Dêrazor, Reqa û Tebqayê bi cih bibe. Lê belê bi operasyonên YAT û HAT'ê pêşî li vê yekê tê girtin. Di operasyonên dawî de rêveberekî payebilind hat girtin. Têkoşîn ne ew tişt e ku tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike. Divê hemû cîhan mudaxeleyê vê yekê bike. Di êrişa Moskowê de diyar bû ku DAIŞ hemû cîhanê tehdîd dike. Eger ev yek bê erêkirin wê Tirkiye jî cesaretê ji vê bigire. Jixwe planên wan ên Osmaniyan hene. Dixwazin bi DAIŞ'ê û çeteyên li herêmê dagirkirî re bikin. Talûkeyeke mezin li benda me hemûyan e. Ev talûke ji bo Ewropayê jî heye."    MA / Delal Akyuz