‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’ 2024-03-27 09:51:03 ŞIRNEX - Li Şirnexa ku AKP’ê bi hezaran leşker û polîs veguhestinê, xebatên hilbijêrên livdar ên DEM Partiyê didomin. Hevserokê Bajêr Abdullah Gungen wiha got: “Em her hilbijêrên ku xwe digihînin me bibin ser sindoqan.”   Li Şirnexê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk bên lez dan xebatên xwe. DEM Partî ya ji aliyekî xebatên xwe yên li qadê didomîne, li aliyê din jî ji bo hilbijêrên livdar xebatên xwe didomîne. DEM Partî ya hewl dide xwe bigihîne welatiyên li Şirnexê dijyan û ji ber sedemên cuda li derveyî bajarî ne, heta niha li navenda Şirnexê û navçeyên wî nêzî bi hezaran hilbijêran re têkilî danî.    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen, bang li hilbijêrên livdar kirin û xwest dengên xwe bikarbînin. Gungen, anî ziman ku dê her hilbijêrê ku bi wan re dikeve têkiliye, bînin ser sindoqê û pişt re dîsa bibin cihên ku jê hatine.    ‘HER DENG, VÎNEKE’    Gungen, bang li welatiyên ku ji ber hin sedeman li derveyî Şirnexê û navçeyên wê dijîn kir û wiha got: “Her dengek vîneke. Divê herkes xwedî li vîna xwe derkeve. Weke DEM Partiyê li navenda Şirnexê û hemû navçeyên wê xebatên me didomin. Li Şirnexê gel bi kelecan e û bi awayekî bicoş li benda hilbijartina 31’ê Adarê ye. Ev hilbijartin ji bo gelê Botanê ne tenê hilbijartineke bidestxistina şaredariyê ye. Di heman demê de ji bo vekirina rêya çareseriyê ya pirsgirêka kurd, werçerxeyeke girîng e.”   Gungen, diyar kir ku ji bo xwe bigihînin hilbijêrên livdar xebatên xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Li aliyekî xebatên me yên li dijî welatiyên li bajêr berdewam dikin û li aliyê din ji bo gelê me yê ji ber rewşên cuda yên weke kar û perwerdehiyê li bajarên cuda ne bên bajarê xwe û dengê xwe bikarbînin xebatên me didomin. Ji bo tespîtkirin û anîna vir a hilbijêrên livdar, li ser medyaya sanal, bi rêya çapemeniyê, bi broşuran û bi gerîna malan xebatên me didomin. Em bi hilbijêrên li bajarên cuda dijîn dikevin têkiliyê û ji bo ew bên dibin alîkar. Em ji bo herkes vîna xwe di sindoqê de bide nîşandan û xwedî li rûmeta xwe derkeve têdikoşin.”   ‘BILA KES NEBÊJE JI DENGEKÊ TIŞTEK ÇÊNABE’    Gungen ê bang li hilbijêrên livdar kirin ev tişt gotin: “Desthilat ji o vîna gel xestp bike, kesên di emre xwe de Şirnex nedîtine û li ser nexşerê jî nizanin li ku ye tîne vir. Ev çiqas bi edalet e û bi exlaq e? Ji ber vê yekê gelek girîng e ku kesên ji ber perwerdê, kar û tenduristiyê li der ve ne di vê pêvajoyê de bên bajêr û dengê xwe bikarbînin. Bila kes nebêje ‘dengekî min nebe pirsgirêk nabe’. Her dengek vîneke. Dengek dikare gelek tiştan biguhere. Bi taybetî divê xwendekarên me di 31’ê Adarê de bên bajêr û xwedî li vîna xwe derkevin.”   Gungen, bi lêv kir ku hilbijêrên Şirnexî yên li bajar dimînin, divê xwe bigihînin DEM Partiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ya li welatiyên me yên li derve; li bajarên hûn lê ne bi hevalên me re bikevin têkiliyê. Her hilbijêrên ku bi me re dikevin têkiliyê, em ê veguhêzin ser sindoqê û pişt re jî em ê wan bibin cihên ku jê hatine.”