Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç 2024-03-27 10:24:30   AMED - Li gundê Helhel yê navçeya Hezroyê operasyona leşkerî hate destpêkirin.   Li bejahiya gundên Dercal û Bazmar yên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê di 24’ê adarê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî û dorpêçkirina li gundan, piştî 3 rojan bi dawî bû. Di dema dorpêçkirinê de bi ser gelek malan de hatibû girtin.   Dorpêçkirina gundên ku behsa wan tê kirin, dorpêç bi dawî bû, lê li bejahiya gundê Helhelê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat hînkirin ku der û dora taxê jî hatiye dorpêçkirin.