Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin 2024-03-27 10:38:15 ŞIRNEX - Di serdegirtina malan a li Şirnexê û Rihayê de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya, Cizîr û Hezexê bi ser gelek malan de girtin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinên malan de 26 kes hatine binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkiri wiha ne: “Zelîha Ogûz, Suphan Ergun, Mizgin Kaya, Dîlan Danker, Nûrcan Ayas, Şehriban Rûvanas, Muhammed Yanar, Mustafa Biliç, Bedîrhan Savci, Elmas Kaşbaşa, Serhat Bozkûrt, Mevlude Karavîş, Ahmet Kavcîn, Mûstafa Uşundu, Zîlan Arik, Adem Al, Kadîr Malagaş, Fatma Susur, Yusuf Susur, Eyde Kaşbaşa, Muhammet Çelebî Taşdemîr, Rehîme Ateş, Kesîre Narman, Salîh Ûca, Mizgîn Gasir û Îslam Oget hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.    RIHA   Li navçeya Hewag a Rihayê jî leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Li gundê Cûrnûs Rizgar Guneş, Hasarî Kiliç û Yasîn Guneş hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li gundê Koçveran Mahmût Yolcû, li gundê Milkê peywîrdarê sindoqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabrî Taş hate binçavkirin.    Hate zanîn ku di dema serdegirtinan de camên malan hatine şikandin û tişt hatine belavkirin. Kesên ku sedema binçavkirina wan nehatin zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.