Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn 2024-03-27 11:22:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê di navbera Iraq û Îranê de di êrişên di nava 24 seatên dawî de 10 kolber birîndar bûn.    Li gorî nûçeya Kolbernewsê; di 24 seatên dawî de di êrîşên hêzên Iraq û Îranê de li Newsûdê 10 kolber birîndar bûn. Her wiha di navbera 24 seatan de 12 kober ji aliyê Muhafizên Sînor ên Iraqê ve li ser sînorê Biyare û Newsudê hatin binçavkirin.