Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek 2024-03-27 11:36:00 QERS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Qersê de axivî û wiha got: “Ez bang li azerî, terekeme û kedkarên Qersê dikim ku li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek. Em ê dersekî mezin bidin kesên me tune dihesibînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Meydana Cumhuriyetê ya Qersê mitînga hilbijartinê li dar xist. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û girseyê heta demekî dirêj govend gerand. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Gonen girse silav kir.     ‘EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’   Ji namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman got ku ji bajarê wan re xizmet nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Kolanên bajar di nava gilêş de mane û ji ber nesexbêrkirinê nema dikarin bên bikaranîn. Em ê pirsgirêkên gelê xwe bi rêveberiyeke demokratîk çareser bikin. Qers, qodîka Tirkiyeyê ye. Ziman, nasname, çand û baweriyên cuda lê dijîn. Em ê bi feraseteke şaredarvaniya demokratîk hemû cudahiyên vî bajarî birêve bibin. Em ê pirzimanî û pirçandiyê esas bigirin.”    Namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci jî diyar kir ku dê pirsgirêkên bajar bi hev re çareser bikin. Karahanci, wiha domand: “Em ê rêveberiyeke ku gel xwedî gotin ava bikin. me bi dengên we şaredarî bi dest xist û piştre qeyûm lê hate tayînkirin. Niha jî kesên ne qersî anîne bajar û dixwazin îradeya me xesp bikin. Rantxwir, diz û çete naxwazin em şaredariyê bi dest bixin.”    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî girse silav kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.    BAKIRHAN: QERS, DEM PARTÎ YE   Bakirhan, diyar kir ku DEM Partî fikriyata xwe ji Qersê digire û ev tişt anî ziman: “Ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve hinek kes terekemeperestiyê, azerîperestiyê dikin. Lê em ê kurdperestiyê nekin. Ji ber ku em partiya gelan û hemû baweriyan e. Cihê kurdekî di DEM Partiyê de çiqas hebe, yê gelên din jî ewqas heye. Qers, DEM Partî ye. DEM Partî, mîna Qersê rengîn e.”    BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA   Bi domdarî Bakirhan bi bîr xist ku li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin û wiha pê de çû: “Qeyûm beg weke karê ewil li pêşiya şaredariyê nimêj kir. Em civakeke bawermend in. Em ji AKP’ê hînî remezan, nimêj û hwd. nebûn. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê bi hev re azad jiyan û dê bijîn. Ez di hizûra we de ji qeyûm beg dipirsim; gelo qeyûmê ku li pêşiya şaredariyê nimêj dikir, ma diziyê dike? Dê nimêjê bikî lê tevahiya bûdçeya şaredariyê bitelêfî. Dê pêşkeşî 3-5 mafya û sermayeyan bikî. Rê û av tune ye lê deynê Qersê biqasî yê bajarên mezin e. Qeyûm efendî, tu jî mîna patiya xwe serê we li ser cilnimêje û destên we li asîman vebûne lê aqilê we li ser hîle û diziyê ye.”    'CIWAN DÊ LI CIHÊ JÊ DAYIK BÛNE TÊR BIBIN’    Bakirhan, daxuyand ku armanca wan ew e ku şaredariyê bi ferqekî mezin bi dest bixin û wiha got: “Dê navnîşana malbatên nikarin ji zarokên xwe re şîr bibin şaredarî be. Dê ji bo jinên bêkar qurs û kooperatîf bên avakirin û şaredarî hemû derfetên xwe pêşkeş bike. Dê ciwanên qersî li ser xaka xwe zikê xwe têr bikin û koçber nebin. Ez soz didim we ku dê her qirûşekî bişopînim. Em ê vê derê bikin paytexta turîzmê. Li vir Dogu Ekspresî heye. Navberekê xelkê penî û hingivê xwe difirot. Hotêl tije dibûn. Lê nihêrtin xelk sûdê jê digire, îcar hatin û çûna malbateke du ferdên wê hene derxistin 25 hezar lîreyan. Dixwazin bibêjin çi? Dixwazin bibêjin neyên Qersê, betlaneya xwe li vir nekin. Dixwazin xelkê bajar bêkar bimîne. Em soz didin ku bi hatina me re dê turîzm zindî bibe.”     'EM Ê DERSEKE MEZIN BIDIN’   Di berdewamê de Bakirhan daxuyand ku kesên di nava burokrasiya AKP’ê de cih digirin 3 mûçeyan distînin û wiha derbirî: “Lê dema mijar dibe teqawid, dibêjin çavkanî tune ne. Birêz Erdogan; ji bo top, tifing, leşker û polîsan heye... Li Qersê ne bijîşk hene, ne pispor. Wê demê li şûna şer, tank û topan çavkaniya xwe ji bo kedkar û teqawidan xerc bike. Lê ew hebûna xwe li ser neteweperestî, şer û pevçûnan didomînin û çavkaniyên me tune dikin. Gelo namzetekî şaredariyê çawa tenê li bajarekî xwedî 600 daîreyan dibe? Ev tenê li bajarekî ye. Gelo partî û kesayetên wiha dê çawa ji halê me fêm bikin? Fêm nakin. Nizanin bê ka xizanî çi ye. Em ne bi xema wan in. Tekane armanca wan ew e ku bêhtir dewlemend bibin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin kesên me nas nakin, tune dihesibînin û ciwan û gelê me bêkar dihêlin.     Niha jî derketiye wisa diaxive ku dê bibêjî qey dê aştiya cîhanê bi Erdogan were. Li welatê te her roj ciwanên tirk û kurd jiyana xwe ji dest didin. Li şûna aştiya Ûkrayna-Rûsyayê pêk bînî, tu çima aştiyê bi xwişk-birayên xwe yên kurd re nakî? Li cîhanê aştîhez e lê di hilbijartinê de dibêje; ‘ez top, tifink û guleyan li ser serê kurdan bibarînim.’    BANG LI HILBIJÊRAN KIR   DEM Partî jehrkuja yekperestî û zordestiyê ye. DEM Partî mala her kesên li gel Tirkiyeya demokratîk e. Em hemû kesî vedixwînin bin dara DEM Partiyê. Heke li Tirkiyeyê partiyeke li gel we cih bigire, ji bo we têdikoşe hebe ew jî DEM Partî ye. DEM Partî, ne tenê partiyeke hilbijartinê ye, her wiha têkoşîn û dîrok e. Lewma em li bin dara DEM Partiyê ku navnîşana kedkar û xizana ye bên gel hev. Ji ber ku em Rêya Sêyemîn in. Em partiya jin, kedkar, ciwan û bindestan e. Tu kes dê nekare me ji Rêya Sêyemîn bike û teşe bide me. Rêya Sêyemîn, rêya têkoşîna li dijî faşîzm, nelirêtî û bêedaletiyê ye. Navnîşana vê jî DEM Partî ye. Heke rêyek hebe ew jî rêya me ye. Banga min li her azarî, terekeme û kedkarên Qers û Tirkiyeyê ew e ku di bin dara DEM Partiyê de bibin yek, têbikoşin û dengê xwe bidin.”    Mitîng bi guhdarîkirina stranan û govendê dom kir.