Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê 2024-03-27 13:42:00   COLEMÊRG - Hat zanîn ku Cahît Aytaş û 4 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê de tên ragirtin, bi hinceta cezayên disiplînê xistine hucreyê.   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de  greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakî di roja 122'yan de didome. Bi destpêkirina grevê re zextên li ser girtiyan jî her ku diçe zêdetir dibin.     Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsunê tên ragirtin, ji ber ketine grevên birçîbûnê cezayê hucreya yekkesî lê hate birîn. Hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser radyo, pirtûk û gelek alavên girtiyan. Cahît Aytaş ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û der barê sepanên li wan tên ferzkirin agahî da. Aytaş anî ziman ku tevî wî 4 girtiyên din jî xistine hucreyên yekkesî.     BANG LI PARASTVANÊN MAFAN KIR   Malbata Aytaş da zanîn ku 15 rojan cezayê hucreyê dane Aytaş û Aytaş ji hemû derfetan bêpar hatiye hiştin. Malbatê bertek nîşanî sepanên girtîgehê da û ji bo serdegirtinên qawîşan û cezayên disiplînê bi dawî bibin banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Malbatê got ku Aytaş 12 sal in girtî ye û di vê pêvajoyê de li girtîgehên Rîze, Tokat, Gîresun, Mûş û Wanê ma ye. Malbatê banga hestiyariyê li parastvanên mafan kir.