Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne 2024-03-29 09:21:30   STENBOL - Dayika 75 salî Hatîce Yildiz ji ber ku pere ji girtîgehê re şandiye hate girtin. Parêzerê Yildiz Xebat Demîrcan diyar kir ku şandina pereyan a ji girtîgehê re sûc nîne û wiha got: “Ji vî pereyî tenê rewşa ‘fînansmaniya kantînê’ derdikeve holê.”    Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz hatibû vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayê wê jî hate girtin. Yildiz li ser sedyeyê ji malê hate derxistin û birin girtîgehê. Di serî de tansiyona bilind, gelek nexweşiyên Yildiz hene.    Rewşa Yildiz li girtîgehê jî aloz bû û parêzerê wê ji bo berdana bi kontrola edlî û taloqkirina înfaza wê serlêdan kir. Di heman demê de ji ber ku di qanûnan de şandina pereyan a ji girtîgehê re sûc nîne, bi sedema “binpêkirina rêgeza qanûnîtiyê ya sûc û cezayan hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Xebat Demîrcan têkildarî rewşa miwekîla xwe Hatîce Yildiz axivî.    Demîrcan, da zanîn ku miwekîla wî li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, di sala 2021’ê de bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatiye binçavkirin. Demîrcan, wiha domand: “Wê demê bi daxwaza girtinê sewqî cezayên sulhê hatiye kirin. Lê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Di demên piştre de jî ji ber bêrayetiyê dosya ji Stenbolê re hate şandin. Êdî li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate darizandin û di adara sala 2023’yan de 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn.”    ÎSTÎNAFÊ BÊYÎ HINCET RED KIR   Bi domdarî Demîrcan diyar kir ku wan biryara dadgeha herêmî birine îstînafê û ev agahî da: “Me got ku cezayê heyî hiqûqî nîne û me bi daxwaznameyekê serî li îstînafê da. Dadgeha îstînafê jî piştî salekê daxwaza me bêyî hincetekî nîşan bide red kir. Piştre jî teqez bû û Hatîce Yildiz hate girtin. Dema polîs hatin malê, Yildiz aloz bû û li ser sedyeyê ji malê derxistin. Dema ez çûm serdana wê, rewşa wê baş nebû. Gardiyanan ew anîn hevdîtinê. Di dema hevdîtinê de aloz bû û ser hişê xwe çû.”    ‘DI QANÛNÊ DE SÛC NÎNE’   Bi domdarî Demîrcan da zanîn ku Yildiz tenê carekê pere şandiye û bi vê sedemê hatiye girtin. Demîrcan, wiha domand: “Ev darizandin û biryar derhiqûqî ye. Rêgeza qanûnîtiyê ya sûc û ceza heye. Li gorî xala 38’emîn a destûra bingehîn, tişta hatiye kirin weke sûc nehatiya destnîşankirin. Ji bo ev kiryar weke sûc were dîtin, divê beriya her tiştî kesê/a fînanse dike endama/ê rêxistinê be. Ya ku pere jê re hatiye şandin girtî ye. Bi dehan biryarên Dadgeha Bilind hene ku dema kes hate girtin, têkiliya wan a bi rêxistinê re qut dibe. Heke ji sûcê endamtiya rêxistinê hatibe girtin jî, wisa tê qebûlkirin ku dema kete girtîgehê têkiliya bi rêxistinê re qut dibe. Ya din jî divê pereyê hatiye şandin ji bo rêxistinê hatibe bikaranîn. Li girtîgehê jî tiştekî wiha mimkin nîne. Ji ber ku wî pereyî hazir nadin. Weke krediyekê di hesabê de tê girtin, di bin kontrola dewletê de ye û di çarçoveya mercên girtîgehê diyar kirî de tên dayîn. Bi vî awayî dikarin li kantînê danûstandinê bikin. Anku mimkin nîne ji bo rêxistinê bi kar bînin.”    ‘TENÊ FÎNANSEKIRINA KANTINÊ ÇÊDIBE’    Demîrcan, da zanîn ku biryar ne li gorî “rêgeza qanûnîtiyê ya sûc û ceza ye” û wiha pê de çû: “Em qala pereyê li ser saziya dewletê PTT’ê tê şandin dikin. Tu mekanîzmayeke vê asteng bike tune ye. Kî bixwaze dikare pereyan bişîne. Heke astengî hebe, wê demê bi qanûneke nû rê li ber bigirin. Ji pereyê ji bo girtîgehê hatiye şandin hûn nikarin bibêjin fînansekirina rêxistinê. Ji van pereyan tenê ‘fînansekirina rêxistinê’ dikare çêbibe. Ev sepan, berhemeke tecrîdê ye. Dixwazin rê li ber piştevaniya li girtîgehan bigirin. Biryareke siyasî ye. Divê tavilê vê biryarê betal bikin. Piştevaniya bi girtiyan re ji hêla hiqûqî ve sûc nîne. Tevî vê yekê jî miwekîla min hate girtin.”    HEWLDANÊN HIQÛQΠ   Demîrcan, axaftina xwe wiha qedand: “Em li bendê ne ku AYM tavilê serlêdana me lêkolîn bike û biryara xwe bide. Her wiha em dixwazin dozgeriya înfazê û dadgerî tavilê daxwaza me ya taloqkirina înfazê yan jî berdana bi şertê kontrola edlî bi cih bîne. Nexwe dê rê li ber encamên jêneveger veke. Di heman dosyayên vî rengî de ceza jî hatine dayîn. Hinek jî hêj didomin. Em dixwazin ev dosya tavilê bê lêkolînkirin da ku ji bo dosyayên din jî bibe mînak. Banga me ya ji bo rayedaran, raya giştî û wezareta dadê ev e; ev dosya dosyayên derhiqûqî ne. Rêgeza qanûnîtiyê ya giştî ya hiqûqê hatiye binpêkirin.”