8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim 2024-04-23 09:03:49   ŞIRNEX - Încîfe Îşlek a 75 salî ku 8 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne, diyar kir ku kurê wê êdî hevdîtina bi telefonê jî qebûl nake û got: "Ez êdî dengê wî jî nabihîzim."   Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî" di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazên wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe ber bi qonaxeke din ve bibin. Girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirine. Di vê çarçoveyê de çûna dadgehan û hevdîtinê boykot dikin.    Ji van girtiyan yek jê Fahrettîn Îşlek e ku li Girtîgeha Hejmara 2 ya Yozgatê tê girtin. Îşlek, di sala 2016'an de li Şirnexê bi îddaya,"endamê rêxistinê" hat girtin û 8 sal in di girtîgehê de ye. Îşlek di 8 salan de, di gelek girtîgehan de maye. Dayika wî Încîfe Îşlek ji ber ku girtîgeh dûr e û derfetê wê yên çûyînê tune ne, 8 sal in ku nikare biçe kurê xwe bibîne.    'EM LI PIŞT DAXWAZÊN WAN IN'   Încîfe Îşlekê anî ziman ku heya tecrîda li ser girtîgehan bi dawî nebe dê çareseriyeke mayinde jî neyê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ewilî kurê min di girtîgeha Sêrtê de ma. Piştre anîn girtîgeha Şirnexê. Ji Şirnexê jî birin Yozgatê. Ev 8 sal in min kurê xwe neditiye. Derfetê min tune bûn ku biçim hevdîtinên wî. Ez bêriya wî dikim. Kurê min ê biçûk ew e. Êdî biryar jî hat standin û êdî li me nagere û dernakeve hevdîtinan. Êriş li ser wan hene. Herî dawî dema ku em pê re axivîn gotibû di nava xwarina wan de gelek tiştên qirêj hene. Got, 'di nava xwarina wan de neynûk hene, em dimînin birçî û nikarin bixwin.' Ev bû hefteya sêyê li me negeriyaye. Dema ku herî dawî li min geriya got,'em êdî dernakevin hevdîtinan û li we nagerin, serokê me di bin tecrîtê de ye, nahêlin ku malbata wî û parezerên wî biçin pê re hevdîtinê çêbikin. Heta ku nehêlin ku serokê me bi malbat û parezerên xwe re hevdîtinê bikin em ê jî dernekevin hevdîtinan.' Em jî li pişt daxwazên wan in. Em kurd in û doza axa xwe û welatê xwe dikin. Bila deriyê van girtîgehan vekin û çareseriyekî ji pirsgirêka kurd re bibînin. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizandin."    Îşlekê diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aloziya heyî kurtir dike û daxwaz kir ku her kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve û got: "Bila daxwazên girtiyan pêk bînin. Em jî dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ev şer bi dawî bibe. Min 8 sal in kurê xwe neditiye û ez êdî dengê wî jî nabihîzim. Daxwazên wan rewa ne, divê her kes guh bide van daxwazan û kesek xwe bêdeng neke. Bêdengî bêwijdanî ye. Divê em hemû bi vê zanebûnê nêz bibin. Tecrîda li ser birêz Ocalan şerê heyî zêdetir û girantir dike. Ji ber wê girtî yekane çareseriyê di wir de dibînin. Daxwazên zarokên me daxwazên me hemûyan e."    MA / Zeynep Durgut