Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin 2024-07-27 10:21:16   SÊRT - 6 jinên ciwan ku li navçeya Misircê di dawetekê de govendê digerînin, piştî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin.    Li ser parvekirina dîmenên di daweteke li navçeya Misirc a Sêrtê hatin kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin de 6 jinên ciwan hatin binçavkirin. Piştî ku dîmen li ser hesabên nijadperest hatin parvekirin li Êlih û Sêrtê bi ser malan de hate girtin. 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.    Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.    LI MÊRSÎN Û AGIRIYÊ HEMAN BINÇAVKIRIN    Li Mêrsînê jî piştî hedef hatin nîşandan 9 ciwanên hatibûn binçavkirin di 25’ê tîrmehê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.     Heman rewş li navçeya Bazîd a Agiriyê jî qewimî. 6 kesên ku li dawetekê cilên herêmî li xwe kirin û li ber stranên kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatibûn biçavkirin û du re hatin berdan.