Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin! 2024-09-07 14:37:03   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê leşkerek çawişê pispor li ser wesayîta xwe ya Toros, remza JÎTEM’ê xêz kiriye û bi vê wesayîtê li navçeyê digere.    Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê leşkerek çawişê pispor li ser cama wesayîta xwe ya bi marqeya Toros, remza JÎTEM’ê çêkiriye û bi vê wesayîtê li navenda navçeyê digere. Balkêş e ku li bin remza JÎTEM’ê gotina “Tenê mirî dibînin” ku diyarî Cem Ersever ê ku yek ji berpirsiyarên cînayetên “faîl nediyar” ên salê 90’î tê zanîn, hatiye nivîsandin. Welatiyên ku ji vê yekê aciz in diyar dikin ku ev wesayît ji du mehan zêdetir e li navenda navçeyê digere û ew difikirin ku bi vî şiklî gef li wan tê xwarin.