Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir 2024-09-07 14:48:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Tunela Kopê ya li ser rêya bejahiyê ya Erzirom û Baybûrtê çêkirina wê didome de hezaz çêbû, karkerek mir û 3 karker jî birîndar bûn.    Di tunela ku li ser rêya bejahiyê ya Erzirom û Baybûrtê de li Çiyayê Kopê çêkirina wê berdewam dike, li aliyê Baybûrtê ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Li ser îxbara hatiye kirin tîmên AFAD, cenderme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Ji karkerên dema hezazê birîndar bûn M.B., H.D., M.A. û A.O. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Baybûrtê. Karkerê bi navê M.B. (22) tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Tedawiya karkerên din didome.