Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na 2024-09-16 16:26:52 ÎZMÎR - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Îzmîrê de hate diyarkirin ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê tê kirin û hate destnîşankirin ku heta encam negirin dê têkoşîn bidome.  Li Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” ku ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER) û malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navend û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek malbatên girtiyan tev li çalakiya li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Bûcayê hate lidarxistin bûn. Di çalakiya ku pêşmalkên li ser “ji tecrîdê re na” dihate nivîsîn de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” hilgirt. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bila zindan bên valakirin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.    Malbata girtiyan Medîne Kaymaz a di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku aştiyê ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan dixwazin. Kaymaz, diyar kir ku li girtîgehan axaftina bi kurdî xwendina pirtûkan qedexe ye û wiha got: “Nîvî şevê diçin bi ser qawişên girtiyan de digirin, tiştên wan pirtûkên wan digirin. Lê em ê li pey doza xwe bernedin. Heta ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin neyê kirin dê têkoşîna me bidome. Heke hûn bifikirin ku ev têkoşîn a yek du rojan e hûn xwe dixapînin. Heta ku ev zilm li ser ziman, nasname û welatê me ranebe dê ev têkoşîna me bidome.”   Pişt re çalakiya rûniştinê ya deh deqîqeyan pêk hat. Girse ligel dirûşmeyan belav bû.