Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye 2024-09-18 15:54:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî diyarkir ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend û xizmetkar heye. Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi balyozê Îngilistanê yê Iraqê Stephen Hitchens re civiya.   Li gorî medya YNK’ê di civînê de geşedanên dawî yên siyasî, hilbijartin û pêkanîna hikûmeteke saxlem ku bersivê bide daxwazên welatiyan û mafên wan biparêze hate gotûbêjkirin.   Çavkaniyê ragihand ku Bafil Talebanî di civînê de bal kişandiye ser giringiya hilbijartinan û gotiye; “Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyeke dadmend û xizmetkar heye ku jiyana xelkê baştir bike û pêşerojeke bi îstiqrar ava bike. Ji ber wê jî YNK dê ji bo pêkanîna vê armancê hemû gavan bavêje û em dixwazin hikûmet xizmeta gelê me bike, cudahiyê neke.”