ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-18 09:00:02       * Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tevî biryara dadgeha înfazê jî berdana Tamer Tankikûlû yê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kir.    * Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser cezayên ji ber pereşandina ji girtîgehê re tên dayin û wiha got: “Em jî li dijî vê kampanyayê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê ji gelek girtiyan re pereyan bişînin.”    * Hatibû îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Mizgîn Acarê hewl daye ku “întîhar bike” û Îbrahîm Bogûrcû bi derbaskirina krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Parêzer Azad Kaya anî ziman ku divê binpêkirinên di van bûyeran de qewimîne bên aşkerekirin.    * Endama Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser Emîne Omerê diyar kir ku Reqa ya ku DAIŞ'ê ew veguherandibû "bajarê mirinê" û bi rizgarkirina wê re cardin gihaştiye rengê jiyanê û got ku dirûşmeya vê şoreşê "Jin, jiyan, azadî" li hemû cîhanê belav bûye.   * Parêzerên OHD'ê li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê bi girtiyan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê tên binpêkirin û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin.   * Dokûmentera “Destên Tarî” ku tora sîxuriyê ya li rojavayê Kurdistanê êriş û sûîqestan plan dikir eşkere dike. Pêşkêşvanê dokûmenterê Alan Meîş diyar kir ku kesên ku ketine nava xefk ango tora sîxuran ji aliyê Parastin-ENKS û MÎT’ê ve bi hevkarî tên birêvebirin û parastin.    * Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand û got: “Tenê kurd têkildarî pêşeroja herêmê pêşniyara çareseriyê dikin. Çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn, konfederalîzm e.”    * Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê dê berdewam bike. (09.00-20.00)    * Danişîna 8’emîn a doza têkildarî êrişa li dijî Malbata Şenyaşar hatiye vekirin dê di 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00-17.00)    * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê li navenda giştî ya partiya xwe bi sendîkayên teqawîtan re hevdîtinê bikin. (14.00)